Hejmara penaberên Suriyeyê gihişt mîlyonekê

Hejmara penaberên Suriyeyê gihişt mîlyonekê

Li gorî Netewê Yekbuyî li Suriyeyê di nava du salan de ji ber pevçûnan mîlyonek kesî koç kiriye.
Li gorî daxuyaniya Komîserê Bilind yê Penaberan NY’ê ji serê sala 2013’an heta niha hejmara sivîlên ji Suriyeyê reviyan welatên cîran mîlyonek derbas kiriye.
Li gorî hejmarên NY’ê nêvî hejmara penaberan zarokin û ji ber şîdetê travmayê dijîn. Guterres got roj bi roj Suriye berbi felaketên mezin ve diçe û got divê ev trajedî bi dawî be.
Guterres her wiha balkişand ser pirsgirêkên ku penaber li welatên lê bicih bûne û got di bin şert û mercên zehmet de dijîn û got welatên ku ew qebûlkirine jî derfetên wan bi sînorin.
Li gorî daneyên NY’yê hejmara Lubnanê ji sedî 10 zêde bûye. Her wiha 324 hezarî koçî Urdunê, 239 hezar çûne Lubnanê, 185 Tirkiyeyê, 105 hezar çûne Iraqê, 43 hezar Misirê û 8 hezar jî çûne welatên BAkûrê Afrîkayê.