Hejmara miriyan gihişte 20 hezarî
Her diçe li cîhan hejmara kesên bi vîrûs dikevin û dimirin jî zêde dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 435 hezarî û hejmara kesên mirine jî gihişte 20 hezarî.
Her diçe li cîhan hejmara kesên bi vîrûs dikevin û dimirin jî zêde dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 435 hezarî û hejmara kesên mirine jî gihişte 20 hezarî.
TIRKIYE
Li Tirkiyeyê li gorî daxuyaniyên rayedaran hejmara kesên li welat bi vîrûsê ketine hezar û 872 kesin û 44 kes jî ji ber vîrûsê mirine.
Her wiha rayedaran ragihand ku heta niha li deveyî welat 32 welatiyên Tirk jî mirine. Rêxistinên tenduristiyê tînin ziman ku ev hejmara ku rayedarên Tirk radigihînin hê zêdetirin.
Li Tirkiyeyê fikarên cidî yên belavbûna Koronayê ya li girtîgehan heye û ti ewlekarî nayê girtin. Sîpan Dayan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin ragihadn ku ji bo gefa vîrûsa Korona ya li girtîgehê ji bo 100 kesî du paketên dezenfekteyê û maske jî bi pera dane wan.
Li ser vê rewşê xizmên girtiyan, saziyên civakên sivîl û hunermend bal kişand ku tavilê girtî divê bên berdan.
Li Amedê ya ku testa 9 kesan pozîtîf derket û 39 kesên ku bi gumana bi vîrûsê ketine tên dermankirin, hate ragihandin ku dibe ev hejmar hê zêdetir bibe. Bang li gel hate kirin ku ji malên xwe dernekevin.
SPANYA
Spanyayê di hejmara mirinan ya ji ber vîrûsa Koronayê de da pêşiya Çînê. Spanya piştî Îtalyayê welatê herî zêde windahî dayî ye.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristî di nava 24 saetan de 739 kes mirine, bi vê yekê re hejmara miriyan gihişte 3 hezar û 434’an.
ÎTALYA
Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê li Îtalyayê bi kêmanî 6 hezar û 820 kes mirine. Li welat nêzî 70 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.
ÇÎN
Li Çînê 3 hezar û 285 kes ji ber vîrûsê mirin. Li welat 81 hezar û 218 kes bi vîrûsê ketine.
ELMANYA
Li Elmanya 34 hezar kes bi vîrûsê ketine û 170 kes jî mirine.
FRANSA
Li Fransayê 22 hezar û 304 kes bi vîrûsê ketine û 1100 kes jî mirine.
DYE
Li DYE’yê jî 55 hezar û 986 kes bi vîrûsê ketine. Li welat jî 784 kes jî mirine.
HOLLANDA
Li Hollandayê jî 5 hezar û 560 kes bi vîrûsê ketine. Li welat jî 276 kes jî mirine.
SWÎSRE
Li Swîsreyê 10 hezar û 456 kes bi vîrûsê ketine, 145 kes jî mirine.
SWÊD
Li Swêdê jî 2 hezar û 318 kes bi vîrûsê ketine, 41 kes jî mirine.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê jî nêzî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine. 178 kes jî mirine.
ÎRAN
Li Îranê jî 27 hezar û 17 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 77 kes jî mirine.