Hejmara meha Tebaxê ya kovara Yûrtsever Gençlîkê derket

Hejmara meha Tebaxê ya Kovara Yûrtsever Gençlîkê, bi sernavê “Berxwedana Zapê, heqîqeta 15’ê Tebaxê ye’’ derket.

Hejmara meha Tebaxê ya Kovara Yûrtsever Gençlîkê bi sernavê “Berxwedana Zapê, heqîqeta 15’ê Tebaxê ye“ derket. Di hejmara 16’emîn a kovarê de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Pêngava 15’ê Tebaxê cih girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dahûrandina vejîna bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd bi pêş de hat birin dike.

Di vê hejmarê de perspektîfên berpêyî ciwanan û jinên ciwan jî hene û tê de îşaret bi rolê wan ê di pêvajoya Şerê Şoreşgerî yê Gel de tê kirin.

Her wiha nirxandinên Endamê Komîteya Birêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Konseya Birêvebir a KCK’ê Fatma Adir jî di hejmarê de cih girtine û di çarçoveya Şerê Şoreşgerî yê Gel de, divê mirov li dijî faşîzmê bibe xwedî helwesteke çawa, rê û rêbaz tên ragihandin. 

Di hejmara Tebaxê de, vê carê gelek nivîsên nivîskarên ciwan jî hatine weşandin.