Hejmara koçberên ji Sûriyê 2 milyon derbas kir
Hejmara koçberên ji Sûriyê 2 milyon derbas kir
Hejmara koçberên ji Sûriyê 2 milyon derbas kir
Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da zanîn ku hejmara koçberên ji Sûriyê 2 milyon derbas kiriye. UNHCR’ê destnîşan kir ku rewşa li Sûriyê veguheziye rewşa herî xeter a vê sedsalê.
Berdevkê Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres der barê koçberên ji Sûriyê raporek amade kir û diyar kir ku hejmara kesên ji Sûriyê koçber bûne 2 milyon derbas kiriye.
Guterres destnîşan kir, ku zêdebûna hejmara koçberan zexteke mezin li ser cîranên Sûriyê dike û di bibe ku aboriya hineke ji wan têk biçe. Guterres di rapora xwe de diyar kir ku rojê derdora 5 hezar kes ji ber rewşa li Sûriyê koçber dibin û berê xwe didin welatên cîran.
4 MILYON Û 250 HEZAR SÛRIYEYÎ LI SER AXA XWE KOÇBER IN
Di rapora Guterres de hate gotin ku 4 milyon û 250 hezar kes di hundirê welatê xwe de koçber bûne û bê ku pêdiviyên wan ên jiyanî hebin, di nava rewşeke zehmet de dijîn. Di raporê de hate bibîrxistin, ku şerê li Sûriyê ket sala xwe ya 3. û hîn zarok, jin û mêr bê ku tişt li ser wan hebe tûrikê cilên xwe radikin û sînoran derbas dikin.
BI HEZARAN KOÇBERÊN NE QEYDKIRÎ HENE
Ev hejmarên ku UNHCR’ê di rapora xwe de daye bi tenê koçberên ku li welatên cîran navê wan hatine qeyd kirine. Li aliyê din bi hezaran koçberên ji Sûriyê bê ku navên wan bê qeydkirin li welatên cîran, yên mîna Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê, Urdun û Lubnanê di cihên mîna avahiyên ku nû tên amadekirin de radizên.
Koçber, bêyî ku pêdiviyên wan ên jîyanî hebe dimînin û bi pereyên kêm di karên cûda de kar dikin. Ev jî sektorek nû ya karkerên erzan ava kiriye, lê koçber ji bo bijîn neçarin bi pereyek kêm bixebitin. Gelek caran koçberên li Sûriyê ji aliyê xwediyên kar tên xapandin û pereyên wan tên xwarin.