Hêjmara Cemxaneyan 937 e

Hêjmara Cemxaneyan 937 e

Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî aşkera kirî, hêjmara bigiştî cemxaneyên li Tirkiyeyê 937’e. Hêjmara giştî cemxaneyan qasî ji sêyan yekê mizgeftên tenê li Stenbolê tune ye.

Li ser serlêdana Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun ya di derbarê “Zagona Agahî Standinê” Midûriyeta Giştî ya Îdareya Bajaran ya Wezareta Navxweyî, nexşeya mizgeft û cemxaneyên Tirkiyeyê derxist holê. Li gorî vê li 81 bajarên Tirkiyeyê giştî 82 hezar 693 mizgeft hene. Di hêjmara mizgeftan de Stenbol bi 3 hezar û 11 mizgeftan di rêza yekem de ye, li Tokatê jî 171 cemxane hene û yekemîne. Di nav de Hatay jî heyî ku piraniya şêniya wan Elewî ne li 31 bajaran tu cemxane lê nînin. Bajarên ku qet cemxane lê tuneyî evin: “Afyon, Agirî, Artîn, Bîlecîk, Bedlîs, Bolû, Erzirom, Colemêrg, Gîresûn, Qers, Kastamonû, Kirklarelî, Kirşehîr, Mêrdîn, Mûgla, Nîgde, Rîze, Sêrt, Sînop, Trabzon, Wan, Aksaray, Karaman, Êlih, Şirnex, Bartin, Îdir, Karabuk, Kîlîs, Duzce.”