Hejmara 19'an a Kovara Jineolojiyê derket
Hejmara 19'an a Kovara Jineolojiyê ku 3 mehan carekê digihêje ber destê xwendevanan, bi sernavê "Jiyana Ekolojîk" derket.
Hejmara 19'an a Kovara Jineolojiyê ku 3 mehan carekê digihêje ber destê xwendevanan, bi sernavê "Jiyana Ekolojîk" derket.
Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê ya mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê derket. Hejmara 19'an a kovarê bi sernavê "Jiyana ekolojîk" gihîşt ber destê xwendevanan.
Têkildarî mijarê nivîsên Nagihan Akarsel, Eyrîhan Hesen, Debbîe Boockchîm, Ecehan Balta, Azîze Aslan, Andrea Reînoso, Arîel Salleh, Sevda Can hatin weşandin.
Kovarê her wiha bi sernavê "Ekolojî û şewb" cih da hevpeyvîna bi Beyza Ustun re.
Kovar li pirtûkfiroşan dikare bê peydakirin.