Hefteya 1000'î: Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ne
Dayikên Şemiyê di hefteya 1000'î ya çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1000'î ya çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.
Têkoşîna Edaletê ya ku Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995’an û vir ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza kiryar bêne darizandin tê meşandin, ket hefteya xwe ya hezaremîn.
Ji ber çalakiya girseyî ya di hefteya hezaremîn de were kirin, bendên polîsan ên di sala 2018’an de danîbûn dora Qada Galatasarayê hatin rakirin. Di serî de Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafan dest bi ketina qadê kirin.
Tê payîn ku Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tev li çalakiya hefteya hezaremîn bibin. Kesên hatin qadê pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Dayikên Şemiyê” dinivîsîn, li xwe kirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê li ser pankarteke reş ku wêneyên kesên di bin çavan de li ser û nivîsa “Hezar Hefte” li ser dinivîsî danîn. Di heman demê de li dora pankartê qûrnefîl hatin rêzkirin.
Dayik-Mirovên Şemiyê daxuyaniyê didin.