HDP’yiyan li parlementoyê çalakiya rûniştinê pêkanîn
Piştî ku wekîltiya Parlementerê Meclîsa Tirk Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, wekîlên HDP’yî li parlementoyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Piştî ku wekîltiya Parlementerê Meclîsa Tirk Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, wekîlên HDP’yî li parlementoyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Desteya Giştîya Meclîsê biryara dadgehê ya derbarê Wekîlê Kocaelî yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû xwend û wekîltiya wî betal kir.
Piştî xwendina biryara betalkirina wekîltiyê, Gergerlîoglû ji cihê desteyê derneket.
Gelek wekîlên ji partiyên muxalefetê piştgirî dan Gergerlîoglû û cihê Desteya Giştî neterikandin.
Serokwekîlê Meclîsê Celal Adan dema xwest ku Gergerlîoglû ji cihê Desteya Giştî were derxixtin, partiyên muxalefetê bertek nîşan dan.
AKP û MHP’ê cih terikand. Koma meclîsê ya HDP’ê ji bo şermezarkirina biryarê li cihê Desteya Giştî ya Meclîsê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Ji ber wê çalakiyê, rûniştina meclîsê hat taloqkirin.
HDP’yiyan di dema çalakiyê de wêneyên Gergerlîoglû û dovîzên ku li ser wan hatibû nivîsandin “Gergerlîoglû wijdana Tirkiyê ye”, “Ji bo her kesê daxwaza edaletê kir”, “Lêgerîna tazî anî rojevê”, “Li hemberî cînayetên jinan bêdeng nema”, “Her tim bi yên mafê xwe digerin re bû”, “Li hemberî hejariyê li rex gelê xwe bû”, “Her tim li dijî şîdeta polîs derket”, “Piştgirî da têkoşîna KHK’yiyan” û “Li her derê behsa bûyerên kiryarên wan ne diyar kir” hatin hilgirtin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî hate cihê Desteya Giştî û dovîzek bir li ser kursiyê Meclîsê ku wêneyê Gergerlîoglû lê hebû danî.
SANCAR: EV OPERASYONEK SIYASÎ YE
Sancar dema ket cihê Desteya Giştî di daxuyaniye ku dayî de got: “Bi hiqûqê eşkere kirin û axaftina derbarê betalkirina wekîltiya hevalê me Omer Farûk Gergerlîoglû karekî tewşomewşo ye. Ev operasyonek siyasî ye.”
Sancar wiha dewam kir: “Ev navê nû yê operasyona darbeyê ya li demokrasiyê ye. Ji ber wê li vê derê eger hewl bê dayîn ku bi bikaranîna hiqûqê nîqaş bê kirin, ji bilî ku xizmetê li vê zilmê bike ti tiştek din nîne. Hiqûq û makezagon tuneye, operasyona darbeyê heye, lê HDP ya li berxwe dide heye. Em ê li dijî wan êrîşan berdewam bisekinin. Tu kes gumanê wê nîne. Em ti carî serî netewînin. Emê israra xwe ya siyaseta demokratîk bidomînin.”