BI DÎMEN

HDP’yî li Awûstûryayê xwe ji 1’ê Mijdarê re amade dikin

Ji bo hilbijartina pêşwext a 1’ê Mijdarê HDP’yiyên li Awûstûryayê xebatên xwe didomînin.

Ji bo hilbijartina pêşwext a 1’ê Mijdarê HDP’yiyên li Awûstûryayê xebatên xwe didomînin.

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Awûstûryayê bi tempoyeke zêde destpê kirin.

Di civîna Koordînasyona HDP’ê de ya duh li paytexta Viyana ya Awûstûrya hat lidarxistin, ekîbên li Viyana û derdora wê xebatan bimeşînın hatin avakirin.

Di civîna ku li komeleya Viyana ya Yekîtiya Elewiyên Awûstûryayê de hat lidarxistin, nûnerên saziyên pêkhateyên HDP’ê û yên bi HDP’ê re di nav tifaqê de tevlî bûn.

Biryar hat girtin ku qehwexane, dawet, komele, mizgeft û mal bên ziyaretkirin. Hat xwestin ku pêwîst e her kes weke, ‘Wê sibe hilbijartin pêk bê’ bi awayekî aktîf bixebitin.

KOMÎSYONA ÇAPEMENIYÊ HAT AVAKIRIN

Di civînê de, xebata spot a klîp a “Dengê min ji HDP’ê re’ ya Navenda Çapemeniya Kurd a Awûstûrya ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê amade kiribû û klîba hillbijartinê ya Tev-Çand Viyana mînak hat girtin û hat diyarkirin ku pêwîst e xebatên bi vî awayî bidomin. Bi vî rengî tê xwestin ku bi rêya tevna civakî yekser xwe bigihînin hilbijêran û bi vê armancê Komîsyona Çaapemeniyê ya HDP’ê hat avakirin. Biryar hat girtin ku ji bo Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê cihekî taybet were kirêkirin. 

...