HDP: Yenî Şafak, sûcê AKP’ê vedişêre

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî rojnameya Yenî Şafak a HDP û xebatkarê navenda giştî Cemal Çoşkûn hedef girtiye daxuyanî da.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî rojnameya Yenî Şafak a HDP’e û xebatkarê navenda giştî Cemal Çoşkun hedef girtiye daxuyani da.

Balûken di daxuyaniya nivîskî de da diyarkirin ku di encama terora dewletê di mehên dawî de 219 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, Balûken wiha got, “Berpirsiyarê van hemû êşan qesir û hikûmetek ya şer e, ji rojên despêkê yên AKP’ê û Qesrê çapemeniyê dide pişta xwe despêkê li hember partiya me û hemû hêzên demokrasî û aştîxwaz propagandayek a reşkirin û hedefnîşandanê dimeşîne.” 

‘LEZA VEŞARTINA SUCÊN AKP’Ê’

Balûken, têkildarî nivîsîna nivîsakarê Yenî Şafakê ya partiya wan dike hedef wiha got: “ Duh (30’ê Mijdarê 2015) nivîsa Abdulkadir Selvî ya di rojnameya Yenî Şafak de nivîsandî mînaka derew a herî dawî ye. Selvî, rêgezên rojnamegeriyê li bin lingan xistiye, partiya me û xebatkarê navenda me Cemal Coşkun kiriye hedef. Selvî, partiya me û Cemal Coşkun têkiliya wan bi Rusya re dide nîşandan û di heman demê de tîne wê wateyê ku ji qetilkirina Tahîr Elçî berpirs in.

Selvî, ne weke rojnamevanekî, wek parêzerekî hewl dide ku sucê AKP’ê veşêre, êrîşî partiya me û rêveberên me dike. Selvî, ne wek rojnamevanekî ye, rastiye berovajî dike. Di hevokekê de, bi rastiyê re ne ji nêzîk û dûr ti eleqeya tineye bikar aniye, di nava sê derewan de bi cih kiriye.

Tenê lêkolîneke pir kêm jî bike, wê bibîne ku ji ber sedemên oparasyonên siyasî demek dirêj li Başûrê Kurdistanê Hewlêr sirgûn jiyaye, siyasetmedarê Kurd Cemal Coşkun nêzî saleke jî hatiye Tirkiyeyê.

'HEVDÎTINEK XEYALÎ PEYDA KIR!'

Balûken destnîşan kir ku Selvî bi îfadeya, “nûnerê HDP-PKK’ê Cemal Coşkûn”, HDP’e û Cemal Coşkûn kiriye hedef û wiha berdewam kir: “Ev jî derewek din a Selvî ye. Cemal Coşkûn siyasetmedarek e. Ji berê heta îro di gelek partiyên siyasî di gelek qademeyan de cih girtiye. Dema ji ber operasyonên qirkirinên siyasî çû sirgûnê wê demê rêveberê Navenda Giştî ya BDP’ê bû. Dema li Hewlêrê bû jî wezîfeya Nûnertiya BDP’ê ya Hewlêrê meşandiye. Piştî vegeriya Tirkiyeyê jî ji bo HDP’ê polîtîkayên xwe domandiye û di hilbijartinên 2015’an de di serî de Kocaelî û Bûrsa li Herêma Marmara xebitiye. Herî dawî Selvî ji bo armancên xwe hevdîtinek xeyalî peyda kiriye. Xwe dispêre ve hevdîtina xeyalî û HDP’ê wek qatilê Tahîr Elçî nîşan daye. Wek çawa çûyina Cemal Coşkûn a li Hewlêrê, nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ev hevdîtin jî derewek pir mezin e. Hevdîtinek wiha teqez çênebûye. Çênabe jî. Bê ka encamên kampanyayên reşkirin û derewên wiha çi ne ne mimkûne ku Selvî nizanibe. Ahmet Kaya, Hrant Dînk û niha jî Tahîr Elçî, tevahî di encamên reşkerin û derewên medyayê de bûn hedef, di sirgûnê de mirin an jî hatin ketilkirin. Niha jî di heman şêwazî Selvî xwe dispêre derewên nemerdî û dixwaze Cemal Coşkûn kiriye hedef. Tiştê bên serê Cemal Coşkûn berpirsê wê Selvî ye.”

‘XIZMETA AŞTÎ Û BIRATIYÊ BIKIN’

Balûken ji ber derewên Selvî, ew şermezar kir û got; “Di destpêke de Birêz Selvî û hemû nivîskarên alîgirên AKP’ê, nivîsên wan pêwîst e werin sererastkirin. Ragihandin pewîst e ne alîgire AKP’e be. Em dibejin, dive Ragihandin ji bo berjewendiyên vî welatî ji bo aştî, xwişktî û biratiya gelan bixebite.”