HDP: Xebatkarên çepameniya azad wek salên 90’î hedef tên girtin
HDP: Xebatkarên çepameniya azad wek salên 90’î hedef tên girtin
HDP: Xebatkarên çepameniya azad wek salên 90’î hedef tên girtin
Hevserokên HDP’ê diyar kirin ku qetilkirina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ne cînayetek ji rêzê ye û bang li Wezareta Karên Hundir kirin ku peywira xwe bîne cih.
Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag der barê qetilkirina xebatê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu de daxuyaniyek nivîskî weşandin.
ÊRÎŞÊN KONTRA TÎNE HIŞÊ MIROVAN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em ji ber qetilkirina Kadrî Bagdu gelek xemgîn in. Em ji malbat û xebatên Rojnameya Azadiya Welat re sersaxî û sebrê dixwazin. Em vê êrîşa tarî bi tundî şermezar dikin. Bagdu li Edeneyê di dema belavkirina rojnameyê de rastî êrîşa çekdarî hat û ev ne cînayetek ji rêzê ye. Di nava rojê de qetilkirina belavkarê rojnameyê êrîşên kontra ên salên 90’î tîne hişê mirovan. Heta îro bi dehan xebatkarên çapemaniya Azad di encama êrîşa dewletê de jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokan bang li Wezareta Karên Hundir kirin ku peywira xwe bîne cih û hat xwestin ku yên êrîş pêk anîne bila demildest bên dîtin û darizandin.