HDP: Wê Suleyman Soylû xwe nede efûkirin

HDP’ê têkildarî  rola hikumetê ya di êrîşa nîjadperest a li dijî cenazeyê Hatûn Tûglûk daxuyanî da.

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî êrîşa li ser cenazeyê Hatûn Tûglûk  û wênegirtina Wezîrê Karê Hundir ê bi êrîşkaran re îro daxuyanî da

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“3 roj ji ser êrîşa hovane ya li dijî cenazeyê Hatûn Tûglûkê derbas bû. Tê dîtin ku êrîşa wê rojê bi plan û organîze ye û hemû berpirsên siyasî û hêzên emniyetê haya wan ji wê êrîşê heye. Dema êrîş nû hate destpêkirin walî û gerînendeyê emniyetê bersiva telefonên me nedan. Walî ji dêvila ku bersivê bide pirsên “êrîş çima nayê astengkirin” got “Heke cenaze bibin Amedê, ew ê ewlekariyê pêk bînin.” Ev dide diyarkirin ku naxwazin li Enqereyê cenaze were veşartin.

Di heman demê de Wezîrê Karê Hundir bi êrîşkaran re wêne girtiye, ev tişt nayê efûkirin.”

‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Waliyê Enqereyê, gerînendeyê emniyetê yê ku peywira xwe bi cih neaniye, wezîrê karê hundir ê ku bi êrîşkaran re wêne girtiye sûcdar in û di warê avabûna vê êrîşê de para wan heye. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin.”