HDP wê sibe namzetên xwe bide naskirin
HDP bi heyecan amadekariyên hilbijartinê dike û wê sibê bi civînekê namzetên xwe ji Tirkiyeyê bide nasîn.
HDP bi heyecan amadekariyên hilbijartinê dike û wê sibê bi civînekê namzetên xwe ji Tirkiyeyê bide nasîn.
HDP bi heyecan amadekariyên hilbijartinê dike û wê sibê bi civînekê namzetên xwe ji Tirkiyeyê bide nasîn. Salona civînê jî tê amadekirin.
HDP amadekariyên xebatên hilbijartinê dike û sibê wê namzetan xwe ji Tirkiyeyê re bide nasîn. HDP'ê ji gelek derdoran namzet nîşandan û nîvê namzetan jin in. Salona namzet lê bên nasandin tê amadekirin. li salonê bi nîşaneyên di kampanyaya hilbijartinê de bên bikaranîn tên daliqandin û HDP yekemîn car wê strana hilbijartinê di vê salonê de bide guhdarkirin. Di salonê de wê daxwazên HDP'ê bên daliqandin.
Li gorî agahiyan strana hilbijartinê li gorî projeyê bi gelek zimanan hatiye nivîsandin. Çavlirê ye ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di stranê de vokalê bike.
Di civîna nasandinê de wê rêxistinbûna HDP'ê bê vegotin û xetên giştî yên kampanyayê bên diyarkirin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê di civînê de biaxivin û starta hilbijartinê bidin.
Wekîlên HDP'ê yên wek namzet nehatin nîşandan jî wê tevlî bibin û wê plaket ji wan re bê dayîn.
Civîna wê li Salona Odeya Endezyariya Înşaetê bê kirin sibê seat 10.00'an wê destpê bike.