HDP wê li herêman civînan li dar bixe

HDP di çarçoveya bernameya têkoşînê ya serdema nû de çalakiyên xwe didomîne.

HDP di çarçoveya bernameya têkoşînê ya serdema nû de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet’ çalakiyên xwe didomîne. Bernameya 25’ê Mijdarê ya meclîsa jinan, xebatên ‘Budçeya gel’ û di çarçoveya bernameya têkoşînê de di 11-12’ê Mijdarê de li Ege, Marmara, Anatoliya Navîn û Çûkûrovayê civînên herêman hate lidarxisitn.

Bi tevlêbûna Endamên Desteya Rêveber a Navendî civîn hatin lidarxistin. Endamên Meclîsê, rêxistinên bajar û navçeyan jî tevlî civînan bûn. Di civînan de amadekariyên xebatên wê werin kirin, meşên girseyî yên ku wê di meha Çileyê de were kirin, ji ber çavan hate derbaskirin.

Bernameya têkoşînê ya serdema nû ya HDP’ê bi hevdîtinên gel, civîn, meşên ciwanan, kampanyaya endaman, yekîtiya hêzê ya demokratîk a li dijî faşîzmê û civînên li ser yekîtiya neteweyî wê werin kirin. Di meha Çileyê de jî wê ‘Meşên Demokrasî û Edaletê’ werin kirin.