HDP wê ji bo Guven û Farisogûllari serî li DDB bide

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku wê ji bo Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yên wekîltiya wan hate betalkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bide.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser betalkirina welîtiya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yên HDP'î û Enîs Berberoglû yê CHP'î.

Olûç diyar kir ku Guven û Farisogûllari bi rengekî li dijî Destûra Bingehîn parlamenteriya wan hatiye betalkirin û ji ber vê yekê jî wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Olûç destnîşan kir ku bi vê biryarê re îradeya demokratîk hatiye binpêkirin û ji ber ku biryar li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye, ji bo betalkirina biryarê û jinûve radestkirina parlamenteriya wan, wê serlêdanê bikin.