HDP wê ji bo 5 şaredariyan daxwaza betalkirina hilbijatinê bikin

HDP wê li dijî biryara binpêkirinê, ji bo 5 şaredariyan daxwaza betalkirina hilbijartinê bike, gilî li YSK û HSK’ê kir.

Parlementerên HDP’yî, li ser biryara YSK’ê ya ku wê mazbatayên hevşaredarên ku bi BHQ’ê hatine dûrxistin bidin namzetên AKP’yî li pêşiya YSK’ê daxuyanî da. Li ser navê parlemeteran Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar daxuyanî da.

Sancar diyar ki8r ku YSK êdî serbixweyiya xwe ya bê alî a ji bo ewlekariya hilbijartinê di astekî cidî de ji dest daye. Sancar da xuyakirin ku biryara YSK’ê ya nedana mazbatayên kesên bi BHQ’ê ji erkê hatibûn dûrxitin bi ti awayî ne li gorî hiqûq û exlaq e. Biryarên di Destûra Bingehîn de li ser vê mijarê diyar in.

Sancar bibîr xist ku li Tirkiyeyê ewlekariya hilbijartinê berpirsyariyên giran bi xwe re tîne. Ewlekariya hilbijartinê heman demê meseleya aştiyê ya civakî ye.

Sancar bi domdarî got: “Niha ji bo li 5 navçeyan namzetên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatine dûrxistin mazbatayên me nadinê. Li van navçeyan bi ferqekî zêde partiya wan bi serketiye. Bi biryara YSK’ê ya piştre hatî girtin, wê mazbata bidin kesên di rêza duyemîn de bi serketine. Her du biryar jî pir girîng in. Ev tê wateya darbeya li hember vîna hilbijartinê, bi wateyek din darbeyeke li dijî siberoja demokratiyê ya Tirkiyeyê. Di civînên li ser vê hatî kirin de du biryar derketiye, di dengdana 10 kesan a di warê ji bo ji nû ve hilbijartin bê kirin an jî mazbata ji bo kesên di rêza duyemîn de deng girtine bê dayîn. lê di dengdanan de jî wek hev deng hatine dayîn. Di hilbijartina roja din de ev rêje di carekê de hatiye guhertin. Dengên ji bo hilbijartin ji nû ve bên kirin hatiye guhertin. Biryara dawî 7 beramberî 4 dengan derketiye. Çi bû ku endamên YSK’ê yên ku dixwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin 24 demjimêr neborî biryara xwe dan guhertin. Em li benda bersiva bê ne. Em şopdarê vê ne.

Me serî li îtiraza rewşa awarte daye. YSK erka xwe ya pêvajoya lêkolînkirina şertên bi qasî pêwîst ên BHQ’yiyan bi cih neaniye. Endamê YSK’ê ji ber ku serwer in, divê HSK zelal bike. Li ser endamên YSK’ê giliyê wan li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) bikin.

Niha biryar li ser 5 cihan heye. Li Wanê li Ertemêtan, Tuşba û Ebex, Tatos a Erzirom û bajarokê Dagpinar a Dîgor a Qersê heye. Em nikarin bêjin kesên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin, serdan nekin. Ji ber ku ti astengiyek a li pêşiya hilbijarên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin nîne. Ev reweşeke heta dawî zelal e.

Em ê ji bo îtiraza rewşa awarte a betalkirina hilbijartinê bikin.

Niha sê rê hene, a yekem biryara niha dayî ye. Yanî dengê herî zêde yê di rêza duyemîn de standin, mazbata bê dayîn wan. Ya duyemîn dubarekirina hilbijartinê. A sêyemîn jî hilbijartina hevserokên şaredariyê ji aliyê meclîsa şaredariyê ve bê hilbijartin.