HDP wê encaman binirxîne

HDP 3 rojan wê li desteyên xwe yên têkildar, encamên hilbijartinê binirxîne.

HDP 3 rojan wê li desteyên xwe yên têkildar, encamên hilbijartinê binirxîne.

HDP ya ku ji sedî 13.1 deng girt û hikûmeta AKP’ê di bin bendê de hişt û hemû planên wê vala derxist, wê 3 rojan li desteyên xwe yên têkildar, encamên hilbijartinê yên derketine holê, binirxînin.

Civîna yekem îro Komîsyona Koordînasyona Hilbijartinê pêk tîne. Piştre wê Meclîsa Partiya Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. Bi namzetên HDP’ê re wê sibê êvarê li Desteya Rêveber a Navendî, civîna parlamenteran jî wê di 11’ê Hezîranê de pêk bê.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê beşdarî civînan bibin û di mijarên ‘koalîsyon û hilbijartinên nêz de’ helwest bê diyarkirin.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe ya 7’ê Hezîranê de diyar kiribû ku ji derve an jî hundir ve wê destekê nedin hikûmeta AKP’ê.