HDP wê 15 konferansan li dar bixe

HDP ji bo xeta têkoşînê ya serdema nû diyar bike, wê li 15 bajaran konferansan li dar bixe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya kongreya xwe ya mezin a meha Sibatê, wê li gelek bajaran konferansên herêmî li dar bixe.

HDP'ê fermannameyek ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re şand û ji wan xwest ku ji bo konferansên di meha Çileyê de dest pê bikin, zend û bendan ba bidin.

PLANSAZIYA KONFERANSAN

Cih û dema konferansan wiha ye:

Bûrsa - 6'ê Çileya 2018 (Bajarên rojhilat û başûrê Marmarayê)

Amed - 6'ê Çileya 2018

Îzmîr - 7'ê Çileya 2018 (Bajarên Ege û herêma Antalyayê)

Bajarên Serhedê - Wan, 7'ê Çileya 2018

Stenbol - 13'ê Çileya 2018 (Stenbol û bajarên Trakyayê)

Enqere - 13'ê Çileya 2018 (Bajarên Anatoliya Navîn)

Samsûn - 14'ê Çileya 2018 (Bajarên Derya Reş)

Edene - 14'ê Çileya 2018 (Bajarên Çûkûrovayê)

KONFERANSÊN XWESER ÊN MECLÎSÊN JINAN

Îzmîr - 6'ê Çileya 2018

Wan - 6'ê Çileya 2018

Amed - 7'ê Çileya 2018

Bûrsa - 7'ê Çileya 2018

Edene - 13'ê Çileya 2018

Stenbol - 14'ê Çileya 2018

Enqere - 14'ê Çileya 2018

Encamên van konferansan wê li konferansa navendî ya 3-4'ê Sibatê ya li Enqereyê bên nirxandin.