HDP û CHP’ê ji ber zextên li Rihayê ketin nav hewldanan

Têkildarî fen û fûtên hilbijartinê yên li Rihayê HDP û CHP’ê bang li rayedaran kirin ku bila peywira xwe bi cih bînin. Serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind hate xistin. HDP’ê diyar kir ku ew ê giliyê sûc jî bikin.

Hate ragihandin ku Riha di serî de li gelek bajaran bi awayekî eşkere deng hatiye dayîn û êrîşî muşahîdan hatiye kirin.

Navenda Giştî ya HDP’ê diyar kir ku li Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê ya Pirsûsê di serî de, li gelek dibistanan dengên komî û eşkere hatine dayîn. Fenên li Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê hate qeydkirin.

Bi heman awayî hate tespîtkirin ku li Dibistana Suleyman Şah a Rihayê jî dengên eşkere û komî hatiye dayîn.

HDP’ê ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyên li Rihayê bang li rayedaran kirin ku bila mudaxele bikin.

HDP’Ê GILIYÊ SÛC KIR

HDP’ê diyar kir ku ji ber bêhiqûqiya li Rihayê ya di dema dengdanê de hatiye kirin, Waliyê Rihayê di serî de ew ê têkildarî hemû rayedarên bêdeng giliyê sûc bikin.

CHP’Ê SERÎ LI DESTEYA HILBIJARTINÊ YA BILIND DA

Ji ber ku li Rihayê dengên komî hatin dayîn û êrîşî muşahîtan hate kirin, CHP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da. CHP’ê têkildarî êrîş û zextên li Rihayê çar daxwazname da û xwest bila tevdîr werin stendin. Hate diyarkirin ku hejmara serîlêdanên CHP’ê yên li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bûye 10.

BERIYA KU DENGDAN WERE DESTPÊKIRIN, DI SINDOQEKÊ DE 100 DENG HATIN TESPÎTKIRIN

CHP’yiyan li navçeya Eyyubiye ya Rihayê tespît kirin ku, beriya destpêkirina dengdanê di sindoqekê de 100 deng dîtine, yên ku hatine dayîn.