HDP: Tevî astengiyan jî gelê me diherike qadê

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cesîm Soylû û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Keretecîoglû, astengiya li pêşiya Newroza li Stenbolê şermezar kirin û xwestin, ev astengî bê rakirin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cesîm Soylû û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Keretecîoglû, li avahiya HDP'ê ya Bahçevlîevler a ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Soylû di axaftina xwe ya li vir de astengiya polîsan a bi biryara Walîtiya Stenbolê li pêşiya pîrozbahiyên Newrozê şermezar kir û da zanîn, ku mirovên dixwazin ji gelek navçeyên Stenbolê ji bo pîrozbahiyê bên, tên astengkirin. Soylû got, "Walîtiyê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Li Avcilar, li Kadikoyê li gelek cihan wesayîtên me hatine desteserkirin. Destûr nayê dayîn ku mirov xwe bigihînin meydanê. Mirovên me yê yên çûn meydana Bakirkoyê hatin binçavkirin."

Cesîm Soylû bibîr xist ku ew ê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Serokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek çalakiyê lidar bixin û got, "Gelê me tevî astengiyan jî diçe qadê. Ev astengî bêwate ne."

Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî xwest, astengî werin rakirin.

...