HDP projeya pêkanîna tifaqa demokratîk e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bal kişand ser mîsyona HDP'ê û tifaqên bi hêzên demokrasiyê re.

Projeya HDP'ê ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û têkoşîna demokrasiyê gaveke gelekî girîng e. Tevî ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de berdêlên gelekî mezin hatin dayin jî li Tirkiye û Kurdistanê encama tê xwestin bi dest neket. Di vir de kêmasiya herî mezin ew e ku têkoşîna demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nebûye yek. HDP ji bo çareserkirina vê kêmasiyê, xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê bûye ezmûneke girîng a zîhnî û pratîkî. Ji destpêkê ve hem hin hêzên Kurd hem jî hin aliyên eniya Tirkiyeyê bi hewldana dewleta Tirk û saziyên îstîxbaratê li ber projeya HDP'ê rabûn. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, yekbûna têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê weke mirina polîtîkayên qirker ên dijberê azadî û demokrasiyê dibînin.

HDP ji aliyê gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê ve li ser bingeha polîtîka û stratejiyekê weke projeya pêkanîna têkoşîna demokrasiyê hate dîtin. Ji ber vê yekê li ber wê ferasetê rabû ku hin kesan dixwestin ne bi partî, lê bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibe. Dema ku bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê dibû, ji hilî hilbijartina hin parlamenteran ti encam bi xwe re nedianî. Ji bo pirsgirêka Kurd bixe rojevê û ji aliyê têkoşîna demokrasiyê ve dibe ku bandoreke xwe hebû. Lê belê ne feraset û nêzîkatiyeke welê bû ku li ser bingeheke stratejîk têkoşînê bi ser bixîne. HDP dihate wê wateyê ku danheviya demokrasiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê bigihîne hev û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gavekê biavêje. Ji xwe ji ber vê yekê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê di mîtînga Amedê de, 20'ê Tîrmehê li Pirsûsê, 10'ê Cotmehê li Meydana Garê ya Enqereyê li dijî vê pêngava demokratîk a dîrokî êrîş hate kirin. Komkujî li dijî hevparbûna danheviya demokratîk a Kurdistan û Tirkiyeyê hate kirin. Bêguman vê yekê çavê hin hêzan tirsand û dixwest pêkhateyên siyasî yên HDP'ê tengav bike. Bi vî rengî dixwestin HDP'ê bixin rewşeke welê ku tenê Kurd di nav de cih digire û pêşî li vê pêngava dîrokî were girtin.

HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, lê partiyeke hêzên demokratîk ên civakî û gelan e ku Kurd jî di nav de hene. Partiyeke têkoşîna hevpar e. Partiya afirandina Tirkiyeya demokratîk a nû ye. Partiyeke welê ye ku li şûna feraseta dewletparêz a yek neteweyê, jiyaneke nû ya çandî, civakî û siyasî ku xwe dispêre neteweya demokratîk, diafirîne. Ji ber vê yekê di 7'ê Hezîranê de rê li ber kelecaneke mezin vekir, serketineke girîng bi dest xist û ruhekî nû anî meclîsê. AKP a ku dijberiya xwe ya li demokrasiyê bi rengekî vekirî nîşan da, ji desthilatdariyê anî xwarê. Vê proje û pêngavê rê li ber encamên gelekî girîng vekir. Lê belê encameke ku hêzên demokrasiyê serdest bike, dernexist holê. Eger li ser bingeha hate afirandin têkoşîna demokrasiyê bihata xurtkirin, hêzên demokrasiyê dikarîbûn bandora xwe zêde bikira. Lê belê hem hêzên demokrasiyê nekarîn vê baş binirxînin, hem jî AKP'ê hemû dijminên Kurdan li dora xwe civand û dest bi kampanyayeke faşîst a êrîşê kir. Yek ji armancên herî girîng ên vê êrîşê, jiholêrakirina zîhniyet û feraseta polîtîk a HDP'ê bû. Ji wê rojê ve êrîşeke giran tê kirin.

HDP tevî van hemû êrîşên giran jî, hem 1'ê Mijdara 2015'an hem jî 24'ê Hezîranê di hilbijartinan de bû hêza demokrasiyê ya hevpar a gelan. Hêzên demokrasiyê ku dema ji hev cuda bûn nikarîbûn bibin xwedî bandor û li benda hilbijartinê dialiqîn, dîtin ku dema bibin yek wê bend li ber wan nebe asteng. Dema ku ev zîhniyet û polîtîka hîn bi rêxistinî bi cih were anîn, dema ku hemû hêzên vê xetê di nava xwe de vehewîne, bi sînerjiya derkete holê re dikare bibe partiya herî mezin a li qasa siyasî ya legal a Tirkiyeyê. Li Tirkiyeya ku tengav bûye û ketiye nava krîzê, HDP ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve hebûna demokratîk û paşeroja Tirkiyeyê temsîl dike. Bêguman sîstema klasîk a dewletê, hêzên deshilatdariyê û desthilatdariya heyî bi êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Hewl didin ku nehêlin ev proje ji hin sînoran derbas bibe.

HDP partiyeke ku gelek pêkhateyên şoreşger demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Hem HDP xwedî bernameyekê ye, hem jî pêkhateyên wê xwedî bernameyên xwe ne. Ji xwe ji pêkhateyên HDP'ê re nehatiye gotin ku dest ji xeta xwe ya siyasî, dest ji tevgera xwe berdin û bi temamî tevlî nava HDP'ê bibin. Nûnerên sazî û rêxistinan li aliyekî, ji kesên ku weke şexs tevlîbûne re jî nehatiye gotin ku tu yê tenê vê xetê bipejirîne, nêrîneke te wê li derveyî vê nebe, ya jî tu yê têkiliyê bi rêxistinên din re danîne. Ji xwe HDP partiyeke ku xwe dispêre rêxistinbûnên ciavkî yên HDK û KCD'ê û têkoşîna polîtîk demokratîk legal a wan hêzên demokratîk dike. Lewma tiştekî asayî ye ku guh dide vî dengê civakî. Bêguman kes û hêzên cihê xwe di nava van rêxistinbûnên civakî de digirin, wê nasnameyên xwe yên îdeolojîk û polîtîk, wê rewşa xwe ya xweser biparêzin. Girîng e ku li ser bingeha vê bernameyê û feraseta têkoşîna hevpar, di xeta HDP'ê de têbikoşin. Ji bo pêkhateyên wê bernameyên xwe yên xweser bi cih bînin, pêwîstî bi demokrasiyeke civakî ya rasteqîn heye. Lewma ji bo hemû pêkhateyan gelekî girîng e ku li dora bernameya HDP'ê têkoşîna xwe geş bikin.

Bêguman wê ji pêkhateyên wê were xwestin ku di nava HDP'ê de têkoşîna demokratîk siyasî bikin. Ya ku tê xwestin ew e; kom xurt be û ji bo pêkhateyên wê berpirsyariyên li pêşberî hev hîn bi xurtî pêk bînin, di nava koma HDP'ê de cih bigirin. Lê belê di vir de nêzîkatiyên hişk û kevneperest jî li xeta HDP'ê nayên. Eger ji bo nebe hedefa zextên dewleta Tirk û bi hin derdoran re têkiliyê deyne xwe ji HDP'ê vedigire, ev yek mijara rexneyê ye. Ev feraset ne rast e. Ev yek sekneke parçebûyî ye û pêşî li yekîtiya hêzên demokrasiyê digire. Lê belê şaş e ku yên di demên herî dijwar de bi HDP'ê re man û yên bi zanebûn xwe ji HDP'ê vedigirin weke hev werin dîtin. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya 2 nûnerên TÎP'ê yên di nava HDP'ê de hatin hilbijartin, ku ji bo nasnameya TÎP'ê derxînin pêş û têkoşîna TÎP'ê bigihîne meclîsê û civakê, nêzîkatiyeke neyînî nîne. Nîşandana vê nêzîkatiyê bi rengekî neyînî, nexwestina yekîtiya demokratîk a gelên Tirkiyeyê ye. Ji xwe hin rexne û nirxandinên çewt ên tên kirin, ne ji bo xurtkirina yekîtiya hêzên demokrasiyê ne. Ew nirxandin bi nêzîkatiyeke teng a neteweperestiyê bi armanca nerazîbûnê tên kirin. Yên ku vê dikin dijberên xeta HDP'ê ne. Ne ew hêz in ku xeta HDP'ê diparêzin.

Ez bawer im wê HDP'yiyan tifaqa hilbijartinê bikira û bi wan kesên ku piştî hilbijartinê dixwestin vegerin nava partiya xwe re jî tevlî hilbijartinê bibûna. Di vê mijarê de hewl dan, lê encameke têrker bi dest nexistin. Girîng e ku HDP weke partiyeke sîwanî bê dîtin. Lê di heman demê de girîng e ku bi HDP'ê re tifaq were kirin. AKP, CHP bi hêzên cuda yên siyasî re tifaqê dikin, lê piştî hilbijartinê yên xwedî nêrînên cuda yên siyasî ne li partiyên xwe vedigerin. Ev rewş ji bo HDP'ê jî tifaqên bi vî rengî ferz dike. Bêguman girîng e ku di nava yekîtî û sîwana HDP'ê de tifaq were kirin. Ev yek wê her kesî xurt bike. Lê belê divê derî li tifaqên hilbijartinê jî vekirî be.

Bi qasî ku em zanin, TÎP'ê ne tenê tifaqeke hilbijartinê kir. Berî hilbijartinê jî têkilî û tifaq bi wan re hebû. Ji bo xurtkirina xeta HDP'ê xebitîn. Cihê xwe di nava têkoşîna hevpar a demokrasiyê de girtin. Eşkere kirin ku wê ji niha û pê ve bi HDP'ê re di nava tifaqê de bin. Lewma hem beşek ji koma HDP'ê ne, hem jî ji bo bicihanîna xeta TÎP'ê veqetiyan. Xurtkirina xeta TÎP'ê bi kêrî HDP'ê tê. Divê HDP jî destekê bide xurtkirina vê xetê. Pêwîstiya HDP'ê bi tifaqên mîna TÎP'ê re heye. Bêguman HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Dibe ku bê xwestin, tenê bi partiyekê ku armanca xwe demokratîkbûna Tirkiyeyê ye derkevin pêşberî gelên Tirkiyeyê. Lê belê di nava şert û mercên heyî de, hebûna partiyên siyasî yên xeta HDP'ê xurtir bike û pê re tifaqeke xurt deyne, girîng e. Ji ber vê yekê nerazîbûn û nêzîkatiyên neyînî yên li qutbûna endamên TÎP'ê tên nîşandan, ne xizmetê ji HDP'ê re dike, ne jî ji têkoşîna gelê Kurd re. Ji xwe Hevserokên HDP'ê bi zelalî eşkere kirin bê têkiliya wan wê ji niha û pê ve çawa be. Endamên TÎP'ê jî destnîşan kirin ku wê bi HDP'ê re di nava têkoşîneke hevpar de bin. Ji vî alî ve pirsgirêk nîne. Yên ku vê rewşê bi rengekî neyînî dixin rojevê, bi zanebûn an jî bi nezantî xizmetê ji faşîzma AKP-MHP'ê û sîstema mêtinger qirker re dikin.

Divê pîvan ev be; xizmetê ji têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê re dike ya nake. Em di wê baweriyê de ne ku endamên TÎP'ê hevalbendên hêja yên têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd in û di karê wan de serketinê ji wan re dixwazin.