HDP: Ne birîndaran, kiryarên komkujiya Pirsûsê bibînin!

Alîkarê Serokê Giştî yê HDP'ê Sarûhan Olûç, li ser operasyonên binçavkirina endamên ESP û SGDF daxuyaniyek da.

HDP'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina endamên ESP û SGDF'ê da û got, "Ev operasyon wê nikaribin li pêşiya têkoşîna aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bibin asteng."

Alîkarê Serokê Giştî yê HDP'ê Sarûhan Olûç, li ser operasyonên binçavkirina endamên ESP û SGDF daxuyaniyek da.

Olûç bibîr xist ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve bi hezaran endamên wan hatine binçavkirin, bi sedan hatine girtin û got, "Piraniya 18 ciwanên di operasyonên li hemberî ESP û SGDF ên ku pêkhateyên wan e de, di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de bi birîndarî ji mirinê filitîn. Ji ber ku ew nemirine, tên binçavkirin. Li şûna ku DAIŞ û hêzên li pişt vê çeteyê ku li Pirsûsê komkujî kir werin aşkerakirin, birîndar tên binçavkirin. Ev yek karekî vê desthilatdariya siyasî ye."

BANGA LI HIKÛMETÊ

Olûç xwest bêhiqûqî, zilm û zext tavilê biqedin û got, "Operasyonên girtin û binçavkirinan bisekinînin, girtiyên siyasî serbest berdin û bes êrîşî hêzên azadî, aştî û demokrasiyê bikin. Ev operasyon wê nikaribin li pêşiya têkoşîna aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bibin asteng."