HDP MP: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

Meclîsa Partiyê ya HDP'ê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li Îmraliyê û got, "Em ê rê nedin desthilatdariya AKP-MHP'ê. Tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengiya herî mezin e. Divê bi Birêz Ocalan re tavilê hevdîtin bê kirin."

Meclîsa Partiyê (MP) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamên civîna xwe eşkere kir ku di navbera 30'ê Mijdarê û 1'ê Kanûnê de lidar xist.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku Meclîsa Partiyê ya HDP'ê di pêvajoyeke awarte de li hev civiya ye, rojeva welêt û herêmê bi berfirehî nirxandiye û destnîşan kiriye ku li dijî krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, ji bo çareseriyên rasteqîn ên bi kêrî gel tê, divê têkoşîna demokrasiyê bê geşkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rojeva desthilatdariyê polîtîkaya ji bo nixumandina rojeva rasteqîn a gel e û hate gotin, "Polîtîkaya sereke jî planên şer e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo mayindekirina desthilatdariya xwe li pey şer e. Ji bo vê jî li hundir û derve şer giran dike, rageşiyê, polîtîkayên dijminatiyê û şer mezin dike, bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Tevî ku tê sûcdarkirin ku li xaka Rêveberiya Xweser a Kurdistanê di şer de sûcê şer kiriye, bombeya ji ailyê hêzên tarî ve li Kolana Îstîklalê ve hate teqandin ji xwe re kir hincetek ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelek agahiyên têkildarî êrîşa li Taksîmê ji aliyê desthilatdariyê ve têne nixumandin û veşartin. Ev senaryoya tarî ji bo talankirina paşerojê ye. Li hemberî siyaseta şer a desthilatdariyê, muxalefet jî nikare sekneke demokratîk nîşan bide û ji desthilatdariyê re dibe palpişt ku karibe temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.

Feraseta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijberî û dijminatiya li Kurdan e. Armanca desthilatdariyê ew e ku Kurdan bêstatu bihêle û destketiyên Kurdan tune bike. Bi operasyoneke bejahî re ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya wê tê kirin, dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne ku ev şoreş bûye hêviya gelan, weke şoreşa jinê bûye malê gelan hemûyan.

Meclîsa Partiya me destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi van lîstikên qirêj, bi mezinkirina tundiyê û polîtîkaya rageşî û şer a li welêt û derveyî welêt, dixwaze piştgiriyê ji civakê werbigire. Ji bo nerazîbûna civakî û muxalefet bê tepisandin, senaryoyeke qirêj û tarî dixe dewrê. Li er vê bingehê dixwaze ku di sedsala duyemîn a Komarê de Kurdan li derveyî siyaset û jiyanê bihêlin, bindestan li derveyî siyaseta demokratîk bihêlin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Di encamnameya civînê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin û hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi israra xwe ya li ser tecrîda li Îmraliyê polîtîkayên şer girantir dike, dixwaze pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û herêmê bixe nava kaosê. Armanca polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan ev e. Tecrîd li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî ye.

Di bin Rejîma Taybet a Îmraliyê de ku li derveyî mafên qanûnî û destûra bingehîn e, ji mafên herî bingehîn bêpar tê hiştin. Birêz Ocalan ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nêzî du sal in nikare parêzerên xwe û malbata xwe bibîne, ji cîhanê hatiye tecrîdkirin û têkiliya pê re hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê nayê dayin. Serlêdana hevserokên me û wekîlên me ya ji bo hevdîtinê bêbersiv hatiye hiştin. Li aliyê din parêzeran diyar kirin ku ji rayedaren CPT ên serdana Îmraliyê kirine li ser rewşa muwekîlên xwe agahî xwestine, lê bersiveke têrker nedane wan. Pêknehatina hevdîtina Ocalan a bi CPT re û helwesta CPT a ku ti agahiyê nade parêzeran, dibe sedema hin pirsan. Divê desthilatdarî têkildarî vê rewşê tavilê daxuyaniyekê bide, bike ku parêzer û heyetên serbixwe karibin bi lez hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin. Di heman demê de divê CPT tavilê daxuyaniyê bide û agahiyê bide raya giştî. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be û berpirsyariyên xwe bi cih bîne."