HDP: Mişhid û hilbijêr ji dibistanan têne dûrxistin

Rayedara Maseya Krîzê ya Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Prz. Atiye Arikan got li gelek deveran mişahid û hilbijêr ji dibistanan têne dûrxistin.

Rayedara Maseya Krîzê ya HDP’ê Atiye Arikan got: ‘’Li derdorên dengjimartinê mişahid hatin derxistin.  Bi îdîaya ku fermana Walîtiyê û YSK’ê ye mişahid û hilbijêr ji derdora dibistanan têne dûrxistin.’’

Li gorî Maseya Krîzê ya Komîsyona Hiqûqê ya  HDP’ê deveren ku binpêkirin lê çêbûne:

“Li Gever Colemêrgê, Dibistana Atatûrkê, sendoqa bi nimroya 1117’an muxtar bi hilbjêr re çû cihê ku lê deng didin, pêjn ji berpirsê dibistanê û endamê desteya sendoqê nayê, dibe ku hatibin destgîrkirin.

Li Pirsûsê ya Rihayê li mişahidê Lîseya Anadoluyê xistin, bi rengekî blog deng hatin bikaranîn.

Li Mêrdîn Qoserê, li dibistana Akziyaretê muxtarê gund xwest ku dengê vekirî ji bo sendoqa 1013-1014’an bi kar bîne, nerazîbûn hate nişandan.

Li Urfa Halîliye, Karatli, li dibistana seretayî, li sendoqa 2110’an muxtar bi rengekî blok deng da.

Li Sakarya, Serdîvanê, li lîseya Anadoluyê ya Sakaryayê li sendoqa 1009’an, di pusulayan de dengên îdirê hatin tespîtkirin. Dengdan hate betalkirin.

Riha, Halîliye. Li Dibistana Uluhanê beriya ku dengdan dest pê kir gef li mişahidan xwarin. Gotine mişahidan, ‘’hewce bike e em ê xwînê birijînin’’ û komeke 20-25 kesî derb li mişahidan xistin.

Li Erzeromê, li navçeyên Tekman û Karaçobanê mişahid ji dibistanan hatin derxistin.

Li Riha Wêraşarê, li dibistana Hurriyetê nehiştin ku parêzer peywirdar biçin dibitanê. Deng bi rengekî blok dan. Endamên desteya sendoqê û mişahid hatin derxistin.

Li Kopê ya Mûşê li dibistana gundê Satirlarê serekê qorîciyan li ser navê her kesî deng da. Li gund 166 deng hebûn. 164 ji AKP’ê re, 4 deng ji ÎP’ê re derketin. Sendoq beriya ku dengdan biqede hate vekirin.

Li Pirsûsê ya Rihayê li Dibistana Îmam Hatîpê ya Pirsûsê çekdarên AKP’ê li ber dibistanê sekinin û gef li mirovan xwarin. Mişahid ji dibistanan hatin derxistin. Gel helwest nîşan da, nîqaş çêbû û 3 HDP’yî bi kêran hatin birîndarkirin.

Li Izmîr Bucayê li Dibistana Seretayî ya Saadet Emîn ji sendoqa 1079’an dengên bê mohr derketin.

Li Stenbol Bayram Paşayê li Dibistana Seretayî ya Ahmet Haşîm bi rengekî bê uslu deng hate dayin, tevlîhevî derket.

Li Stenbol Bahcilarê li Dibistana Seretayî ya Kîrazlî pûsûlayên sendoqa 2204’an bê mohr in.

Li Mêrsîn, Toroslarê, li Lîseya Anadoluyê ya Çagdaşkentê hate gotin beriya ku dengdan biqede 2 çiwal pûsûlayên dengan ji dibistanê hatin derxistin.

Li Şirnex gundê Uçokê ya  Hezexê hate gotin bi rengekî blog deng hatine bikaranîn.

Li Enqere Keçîorenê, li Dibistana Navîn a Mustafa Unal nimroyên sendoqan û mohran li hev nehatin.”