HDP: MHP mertaliya nîjadperest a Qesrê dike

HDP’ê nerazîbûn nîşanî heqaretên MHP’ê yên li hemberî dengdêrên wan kiriye. HDP’ê diyar kir ku MHP berdevkiya Erdogan dike û dîsa bi AKP’ê re hevkariyê dimeşîne. HDP’ê da zanîn ku ji rewşên neyênî yên biqewimin rêveberên MHP’ê berpirsyar in.

HDP’ê nerazîbûn nîşanî heqaretên MHP’ê yên li hemberî dengdêrên wan kiriye. HDP’ê diyar kir ku MHP berdevkiya Erdogan dike û dîsa bi AKP’ê re hevkariyê dimeşîne. HDP’ê da zanîn ku ji rewşên neyênî yên biqewimin rêveberên MHP’ê berpiryar in.

Serokwekîlên Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan der barê heqaret û dijûnên partiya nîjadperest a li hemberî partiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Sekreterê giştî yê partiya wan daxuyaniyeke nivîskî ku daxuyanî û gotinên wî tijî dijûn, heqaret û bê terbiyeyî; di serî de ji nezîkatiya dîplomatîk qut ji hemû zagonên nezîkatiya mirovî qut der barê partiya me Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş gotinên ku li gorî xeta xwe kiriye, lê bi milyonan kesên ku li vî welatî aştiyê dixwazin ku di nava van de gelek hilbijêrên MHP’yî jî heyî vê yekê qet qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê wiha hat gotin, “Pir balkêş e ku helwesta êrîşkar a MHP’ê ya li hemberî partiya me di demeke ku HDP’ê helwesta teşhîrkirina polîtîkayên AKP’ê û Qesrê bi raya giştî re nîqaş dikir de destpê kir. MHP’ê bi vê helwesta xwe ji raya giştî re daye nîşandan ku amade ye li derdora Qesrê weke mertalekî nîjadperest wezîfe bike.”

'JI REWŞÊN NEYÊNÎ YÊN BIQEWIMIN RÊVEBERÊN MHP’Ê BERPIRSYAR IN'

HDP’ê da zanîn ku ji hemû curê rewşên neyênî yên li her cihekî Tirkiyeyê biqewimin, wê daxuyaniyên bi nefret, heqaret û sorker ên rêveberên MHP’ê berpirsyar bin.

Balûken û Bûldan bang li rêveberên MHP’ê kir ji bo dev ji êrîşên li hemberî partiya wan berde.