HDP: Li gel zext û zordariyan jî em ê ‘NA’yê pir xurt birêxistin bikin

HDP: Li Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene, Semsûr, Kocaelî, Dîlok, Sêrt, Çewlik, Meletî, Bûrsa, Agirî û navçeyên wê, hevserokên bajêr û navçeyan, endamên me bi tevahî 318 kes hatine binçavkirin.

HDP’ê li dijî operasyona qirkiqirina siyasî helwest nîşan da û got: ‘’Armanca van operasyona ew e ku bêyî HDP’ê referandûmê bikin.’’ û ev weke ‘’bêexlaqiya siyasî’ bi nav kir. HDP’ê wiha got: ‘’Li gel zext û zordariyan jî em ê bi awayekî herî xurt ‘NA’yê birêxistin bikin.’’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên van rojên dawî ya îro daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Operasyonên binçavkirin û girtinê yên bi ser partiya me de îro jî berdewam kir. Li Stenbol, Izmîr, Wan, Edene, Semsûr, Kocaelî, Dîlok, Sêrt, Çewlik, Meletî, Bûrsa, Agirî û navçeyên wê, hevserokên bajêr û navçeyan, endamên me bi tevahî 318 kes hatine binçavkirin.’’

BÎLANÇOYA BINÇAVKIRIN Û GIRTINAN

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

‘’Operasyonên ku ji Tirmeha 2015’an ve qet nesekinîn, ev operasyona piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an hewldana darbeyê zêdetir bûn.

Ji rojên destpêkê ya sala 2017’an ji rêveber, hevserokên bajêr û navçeyan a partiya me, 859 kes hatin binçavkirin, ji van 112 kes hatin girtin. îro jî di encama operasyonên qirkirina siyasî ya bi ser partiya me de, 318 kes bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin.

Ji 22.07.2015’anve di encama operasyonên bi ser partiya me de bi giştî 9 hezar û 796 kes hatin binavçavkirin, Hevserokên me yên Giştî, Wekîl, hevserokên bajêr-navçeyan, rêveber û endam jî di nav de 2 hezar û 906 kes hatin girtin.

Di vê çarçoweyê de li gorî daneyên Yekîneya Me ya Tomarkirina Agahiyê ji Tîrmeha 2016’an ve bi giştî 5471 kes hatine binçavkirin û ji van jî 1482 kes hatine girtin.

 ‘DAXWAZA REFERANDÛMA BÊYÎ HDP’Ê’

Piştî teqezbûna dîroka referandûmê armanca sereke ya van operasyonên bi ser partiya me de ew e ku tê xwestin referandûm bêyî HDP’ê were kirin.

Bi binçavkirin û girtinan a ku dixwazin asteng bikin ‘’NA’ bi xwe ye. Lê li pêşberî vê zilm û zordariyê em ê ti caran serê xwe netewînin. HDP li gorî sonda xwe ya ku dayî gelên Tirkiyê wê têkoşîna xwe bi birdarî bidomîne. Ên ku di dilê xwe de derbas dikin ku bi binçavkirin û girtinan, bi operasyonên siyasî wê bikaribin bidin rawestandin, wê fêhm bikin ku ew ê nikaribin baweriya bi azadî, ked, aştî û demokrasiyê ya gelan tine bikin.

Li gel hemû astengkirin û zext û zordariyan em ê ‘NA’yê bi awayekî xurt rêxistin bikin.’’