HDP: Kedkarên tendiristiyê vegerînin ser karê wan

Komîsyona Polîtîkayên  Tendiristiyê û Sosyal a HDP'ê got, ''Kedkarên tendiristiyê yên ku ji kar hatine avêtin ji bo têkoşîna dijî vîrûsê dive wan vegerînin ser karê wan.''

Komîsyona Polîtîkayên  Tendiristiyê û Sosyal a HDP'ê, ''Kedkarên tendiristiyê yên ku ji kar hatine avêtin ji bo têkoşîna dijî vîrûsê dive wan vegerînin ser karê wan.''

HDP'ê 14'ê Adarê Heftiya Tibê pîroz kir, bal kişande ser kedkarên tendiristiyê yên ku ji kar hatine avêtine û xwest ku kedkarên tendiristiyê dîsa li karê wan werin vegerandin.

HDP'ê got, ''Divê kêmasiya kedkarên tendiristiyê were berçavkirin û hemû kedkarên tendiristiyê yên ku bê heq û hiqûqê ji kar hatine avêtin vegerînin ser karê wan.

Divê şertên xebatên bi rengekî ku doktor bikaribin têrkar bi nexweşan re têkildar bibin werin başkirin.

Daxwazên şertên xebatê û destheqa bi mirovî ya kedkarên tendiristiyê divê were bicihanîn.

Ji bo tundiya li ser kedkarên tendiristiyê û li ser doktoran bi dawî bibe divê xebat werin kirin.''