HDP: Ji bo jiyana nû em azadiyê rêxistin dikin
HDP: Ji bo jiyana nû em azadiyê rêxistin dikin
HDP: Ji bo jiyana nû em azadiyê rêxistin dikin
HDP’ya bi dirûşma, "Ji bo jiyana nû em azadiyê rêxistin dikin” kongreyên xwe yên navçeyan ku temam kir, hevserokan bi civîneke coş û girseyî mîna starta hilbijartinê dan. Hevserok Yuksekdag, bal kişand ku pêwîstiya guhertin û veguhertina gelan tenê HDP dikare bîne cih, Hevserok Demîrtaş jî got, "Em dikarin hêzeke ku tevayî hevsengiyên Rojhilata Navîn biguhere derxin holê.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî kar û xebatên HDP’ê ku bi dirûşmaya, "Ji bo jiyaneke nû em azadiyê rêxistin dikin” kongreyên xwe yên temam kirin li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civîna li Navenda Çandê ya Şîşlî rêveberên HDP- HDK û pêkhateyên partiyê beşdar bûn. Ji civînê re ku eleqeyeke zêde hat nîşandan, pankartên, "Komara demokratîk, welatê hevpar, neteweya demokratîk”, “Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk ve”, "Em berxwedana Kobanê silav dikin” "Girtiyên nexweş şerma mirovatiyê ye”, “Em bi qasî mezinbûna xiyalên azad in” hatin daliqandin.
Berxwedana Kobanê bi dirûşma, "Bijî berxwedana Kobane" û çepikan hat silavkirin. Bi rêya sînevîzyonê xebatên HDP’ê hatin nîşandan.
'EM JI BO DESTPÊKEKE NÛ TÊN CEM HEV’
Di civînê de destpêkê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag bibîr xist ku di dema hilbijartinên serokkomariyê de jî li vê salonê civîneke berfireh li dar xistibûn û got, "Îro jî em dil û hêzên xwe dikin yek û ji bo destpêkeke nû tên cem hev”
'EM RÊWIYÊN JIYANA AZAD A BER BI ROJAVA VE VEDIBE NE’
Yuksekdag, êrîşên çeteyên DAIŞ a ji aliyê emperyalîstan û dewletên paşverû yên herêmê tê destekkirin bibîr xist û wiha dewam kir, “Şîtlên jiyana azad li Rojava hatin çandin. Em rêviyên jiyana azad a ber bi Rojava ve vedibe ne. Guhertina ku gel dixwazin wê di vê rêyê de pêş bikeve. HDP yekane hêza ku vê guhertinê pêk bîne… Werin em bi hev re bimeşin. Bi hev re azadiyê rêxistin bikin.”
Piştî Yuksekdag Demîrtaş mafê axaftinê wergirt. Demîrtaş got, "Eger ji jiyana nû re em îro wek partî amade bin, gel jixwe amade ye. Peyama hilbijartina dawî ya serokkomariyê da me jî ev e.”
Demîrtaş diyar kir ku yekane alternatîfa ku li Tirkiyeyê nahêle hê zêdetir rêveberiyeke despotîk pêk were HDP ye û wiha dewam kir, "Kesên bindest, xizan, Kurd, Ermenî, Suryanî, jin, ciwan heta niha di rêveberiyê de cih negirtin. Li parlamentoyê gel hatin temsîlkirin, lê belê me desthilatdariya gel ava nekir. Ji îro de em dikarin îspat bikin ku derfetên vê hene. Hema çawa em ji salonê derkevin dikarin nîşan bidin ku desthilatdariyeke gel mimkun e. Em nikarin gelên xwe teslîmî desthilatdariya dest bi xwîn a di nav çirava nelirêtiye de bikin. Di gotin û çalakiya rast em berpirsiyar in ku li Tirkiyeyê desthilatdariya gel a alternatîf derxin holê. “
‘EM Ê BENDA JI SEDÎ 10 DERBAS BIKIN'
Demîrtaş piştî axaftina xwe bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş têkildarî pirsa benda hilbijartinan got, "Em ê benda ji sedî 10 derbas bikin. Em ê wer derbas bikin ku careke din nîqaşa bendê neyê kirin."
Demîrtaş, ji bo çûna Serokê Giştî yê MHP’ê ya Dersimê jî got, "Her partiyeke siyasî divê li her cihî siyasetê bike. Lê serdana Bahçelî piştî provokasyona Serokwezîr veguherî mijara ku meydanê li Dêrsimiyan bixwîne, lewma gel şermezar dike. Êşa gel a ji '37-38'an destpê kir, ji nedîtî ve tê, diçe. Li hember wan zimanekî heqaretwarî bi kar tîne, piştî heqaretê li baweriya Dêrsimiyan dike û vê li Dêrsimê jî ku dubare dike, tehrîkkirina mirovan e. Hem Serokwezîr û hem jî Bahçelî li pey provokasyonan e. Divê dawî li vê qirêjiya siyasî ya li hember êşa Dêrsimê bînin.”