HDP Îzmîr: Prova şerê navxweyî hat kirin!
Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe dan.
Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe dan.
Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe dan.
Hevserok Cavît Ûgûr û Dîlek Aykan, der barê êrîşên li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê û avahiyên navçeyan de daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ûgûr di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku di sala 1938'an de sûîqeste li Parîsê weke hincet hat nîşandan û li dijî Yahûdiyan êrîşê destpê kirin û got, "Sedema êrîşên li hemberî HDP a nehişt hikûmeta Tayyîp Erdogan bi tena serê xwe bibe desthilatdar, gelekî zelal û li pêş çavan e."
Ûgûr bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo sekinandina rewşa şer û xwest hevdîtin û muzakere ji nû ve destpê bikin.
Ûgûr got, "Bi hevkariya AKP-MHP'ê re li Tirkiyeyê duh prova şerekî navxweyî hatiye kirin. Li Îzmîrê di serî de avahiya me ya bajêr, li hemberî avahiyên me yên navçeyên Bergama, Kemalpaşa, Dîkîlî, Bûca, Bornova, Menderes, Torbali û Tîre AKP-MHP'ê û li hin cihan jî rêveberên CHP'yî êrîş kirine."
'EM BÊDENG NEMÎNIN'
Ûgûr diyar kir ku ew bi zîhniyetekî welê re rû bi rû ne, ku îşkenceyê li cenazeyê gerîla dike û bang li her kesî kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.