HDP’î bi Akdogan re hatin cem hev
HDP’î bi Akdogan re hatin cem hev
HDP’î bi Akdogan re hatin cem hev
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder bi Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin kirin.
Hevdîtina ku li avahiya navenda Serokwezîriyê saetekê berdewam kir, ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Piştî hevdîtinê Onder ji rojnamegeran re daxuyanî da.
Onder ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got ku bi Akdogan re rewşa dawî nirxandine. Onder da zanîn ku wan fikarên xwe anîne ziman û fikarên wan guhdar kirine. Onder got ku piştî hevdîtinê bi Hevserokên giştî yê HDP’ê re dê berfirehiya hevdîtinê ragihînin.
Onder diyar kir ku Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş îro wê li Amedê daxuyaniyek çapemeniyê pêk bînin û daxwaza wan ev e ku beyî pêvajoya muzakereyê bixetime dixwazin pêşveçûn pêk bê. Onder got: “Me ev tu car winda nekir. Em windakirinê jî nafikirin. Geşedanên biêş rû didin. Tiştên tên jiyîn ji nedîtî ve nayên dîtin.”