HDP: Hesabê me yê sexte yê twîtterê tune
HDP: Hesabê me yê sexte yê twîtterê tune
HDP: Hesabê me yê sexte yê twîtterê tune
Navenda Giştî ya HDP’ê bertek nîşanî nûçeyên çapemeniyê yên der barê ku hesabê wan ên Twîtterê girêdayî hinek organîzasyonên cuda ne, da û got: “Hesabê me yê sexte yê twîtterê tune.”
Cîgirê Serokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Rojnameyên weke Sabah, Akşam û Mîlliyetê û hinek weşanên din der barê hesabê me yê twîtterê yê partiya me de îfadeyên weke ku girêdayî organîzasyonên ne qanûnî, bi kar anîne ne rast in.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema li perspektîfa nûçeyan tê nihêrtin, behsa kîjan navnîşana twîtterê tê kirin nayê diyarkirin û tu dîmen jî nehatiye bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hesabê twîtterê yê HDP’ê "twitter.com/HDPgenelmerkezi" ye.
HDP’ê anî ziman ku di serî de li ser Twîtter û Facebookê û platformên çapemeniyê gelek kesên ku profîlên sexte bi kar tînin hene. HDP’ê got ku navnîşana wan diyar e û ji bilî vê tu hesab wan eleqeder nake.
HDP’ê platformên xwe yên çapemeniyê û malperê wiha rêz kir:
facebook.com/HDPgenelmerkezi
twitter.com/HDPgenelmerkezi
youtube.com/HDPgenelmerkezi
hdp.org.tr