HDP: Gunay Ozarslan çawa hat qetilkirin?
Parlamenterê HDP'ê qetilkirina Gunay Ozarslan xist rojeva Meclîsê û pêşniyarpirsek pêşkêş kir.
Parlamenterê HDP'ê qetilkirina Gunay Ozarslan xist rojeva Meclîsê û pêşniyarpirsek pêşkêş kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû, qetilkirina Gunay Ozarslan ji aliyê polîsan ve xist rojeva Meclîsê û pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir.
Kenanoglû da xuyakirin ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên 24'ê Tîrmeha 2015'an de li 13 bajaran destpê kirin de, li kolana Bulbul a taxa Yenî ya navçeya Stenbol Bagcilarê, di operasyoneke ekîbên tîmên taybet de Gunay Ozarslan bi guleya polîsan hatiye qetilkirin.
'DÎMEN HEYE?'
Kenanoglû ji Wezîr Ozturk xwest bersiva van pirsan bide:
"Li mala Gunay Ozarslan lê dima, şerek derketiye? Yan jî polîsan bêdaraz Ozarslan qetil kirine? Polîs serdegirtinan bi kamerayê dikişînin. Eger şerek li vê derê qewimî be, dîmenên vê bûyerê hene? Eger tinebe, çima? Hûnê van agahiyan bi raya giştî re parve bikin? Eger na, çima? Der barê bûyerê de ti lêpirsînek li nava saziyê hatiye destpêkirin? Nehatine destpêkirin, çima? Çeka bûyerê li malê hatiye dîtin? Hatibe dîtin ji bilî fîşekên ji çeka polîsan derketine, ti fîşek hatiye tespîtkirin? Rapora otopsiya destpêkê ya tipa edlî û raporên polîsan destnîşan dikin, ku şer derneketiye. Tevî ku şer derneketiye û Gunay Ozarslan dikaribû bihata binçavkirin, çima hatiye qetilkirin? Hejmara mirovên heta niha li Tirkiyeyê bi awayekî bêdaraz hatine qetilkirin çiqas e?"