HDP: Erdogan karê xwe yê hilbijartinê bi bomberdûmanê dike

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî diyar kirin ku rejîma Erdogan bi 'bomberdûmanê' karê xwe yê ji bo hilbijartina xwecihî dike û hişyarî dan.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî dan û goin, "Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an re Serokkomar Erdogan ji bo dengê dengdêrên neteweperest bigire, şer û polîtîkayên xwe yên li dijî Rojhilata Navîn ji nû ve xistiye meriyetê."

KARÊ HILBIJARTINÊ BI BOMBEYAN DIKE

Bûldan û Temellî gotin, "Erdogan doh bombe li Şengal û Mexmûrê barand. Karê xwe yê hilbijartinê bi bomberdûmanê dike."

Hevserokan daxuyaniya Erdogan ku ji bo Efrîn a dagirkirî gotibû, "Me ewle kir" bi bîr xistin û diyar kirin, li Efrînê çeteyan jiyan herimandine.

Bûldan û Temellî diyar kirin, îlana êrîşeke nû ne ji aliyê însanî, ne jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî û siyasî ve nikare bê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefa Erdogan ne DAÎŞ û çeteyên wê ne, hedefa Erdogan gelên Kurd û Ereb û hevalbendên wan e ku bi salan e li dijî barbariyê şer dikin.

Hevserokên HDP'ê ragihandin, di demekê de ku şerê li Sûriyeyê li ber çareseriya siyasî û demokratîk e, divê hêzên navneteweyî û hêzên demokrasiyê nekevin xefika hikumeta AKP'ê û gotin, "Ev şerxwaziya ku Erdogan ji bo propaganda hilbijartinên xwecihî dike, wê rê li ber encamên gelekî giran veke. Wê derbeke giran li armanca aştiya herêmî bixe."

Di daxuyaniyê de bang li Serokkomar Erdogan û hikumetê hate kirin ku vê helwesta neaqilane biterikinîn û ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî jî hate xwestin, li hemberî gefên tên xwarin hişyar bin û bêdeng nemînin.