HDP: Em sozê didin Leyla, em ê tecrîdê bişkînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku, “Em sozê didin Leyla. Wê ronahiya çavên te, qet venemire. Ew ronahî ew ê bibe bi milyonan kes û ew ê dahatûya me ronî bike. Em ê teqez tecrîdê bişkînin.”

Rojeva sereke ya Civîna Koma HDP’ê ya li Meclîsê, vê hefteyê bû çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê di civîna komê de axivî û got ku “Em ê teqez tecrîdê bişkînin.” Bûldan diyar kir ku îro li Desteya Giştî ya Meclîsê ew ê bi tevlêbûna parlementerên HDP’ê heta sibehê nobeta aştiyê bigirin.

‘JI BO KU EM BIBIN DENGÊ LEYLA GUVEN, EM LI VIR IN’

Di axaftina Bûldan de ev xal derketin pêş: “Em ji bo Leyla Guven civiyane. Ji Tirkiye heta Ewropayê dengê wê û berxwedana wê sînor derbas kirine. Ji bo em bibin dengê wê em li vir kom bûne. Îro berxwedana wê di roja 90'an de berdewam dike. Sebahat Tûncel û Selma Irmak ji bo piştgiriyê bidin çalakiya wê 21 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan 315 girtî di grevê de ne. Li Ewropa, li zindanan çalakî belav dibe. Tecrîda Îmralîyê 20 sal in didome. Welat 20 sal in di bin tecrîdê de ye. Dema ku tecrîd tunebû ken, aştî, ronahî û aramî pêş ketibû. Dema ku tecrîdê dest pê kir, şer, binpêkirin, hêsir û girî pêş ket. Ji ber vê yekê tecrîd tarî û şer e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, Leyla Guven 90 roj in hevî û baweriyê pêş dixe. Hêz û wêrekiyê pêş dixe. Teqez û teqez em ê tecrîdê bişkînin. Em bawer dikin teqez wê tecrîd bişikê û roj ji nû ve hilê. 90 roj in hêvî û wêrekî di şexsê Leyla ji nû ve jîn dibe. Em soz didin Leylayê ku ew ronahiya di çavê te de wê venemire. Ew ronahî qet û qet wê venemire. 

DIVÊ EM LEYLA Û HEVALÊN WÊ BIDIN JIYÎN

Em carek din bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin ku ji bo Leyla û hemû hevalên di grevê de bidin jiyaîn, em bibin dengê Leylayê. Jiyana Leyla jiyana welat, aştî û demokrasiyê ye. Em bang li hikûmetê dikin hêviya gelan a aştiyê venemirînin. Hêj rê nêzîk e vegerin. Zû dawî li tecrîdê bînin. 

EM NOBETA AŞTIYÊ DIGIRIN

Em ê îro heta sibê li meclisê bi tevlêbûna hemû parlamenteran nobeta aştiyê bigirin. Rêzdar Leyla Guven em ê tecrîdê bişkînin, tecrîdê bişkînin û em ê te bidin jiyîn.”