HDP: Em êrîşa li Misrê bi tundî şermezar dikin

HDP’ê êrîşa li Misrê şermezar kir û wiha got; ‘’Dema wê hatiye hemû derdorên ku jiyana hevpar,wekhevî, xweşbîniyê diparêzin bi hev re tevbigerin.’’

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay têkildarî êrîşa li Misrê daxuniyek nivîskî weşand.

Daxuanî wiha destpê dike; “Qetlîama ku li mizgeftekî bajarê Arîş ya Misrê bûyî sedama  mirina 250 mirovî, bi tundî em şermezar dikin. Daxuyanî wiha didome;

‘ENIYEK NÛ KU LI DAIŞ’Ê XWEDÎ DIKE DERKET’

“Mixabin DAIŞ ji derveyî Sûriye û Iraqê li Nîvgirva Sîna a Misrê jî bi bandor e û vê yekê didomîne. Di salên dawî de li Misrê tê dîtin ku êrîş zêde bûne û ev diyar dibe ku eniyek nû derketiye holê ku nêzikatiya dijminê mirovahiyê û vê hovitiyê xwedî dike.

Li kûdera dinyayê dibe bila bibe, mirov nikare dev jê biqere ku li dijî wê avaniya kul i ser civakê hişmendiya dijminatiyê ferz dike, li ser gel tundî û êrîşkariyê dike jirêzê, bi helwesteke demokrasî û azadîxwaziyê rabe.

 ‘DIVÊ BI HEVRE TEVBIGERIN’

Dema wê hatiye hemû derdorên ku jiyana hevpar,wekhevî, xweşbîniyê diparêzin bi hev re tevbigerin.

Ji bo vê jî em êşa gelê Misrê par ve dikin. Em carek din dibêjin ku em piştgiriyê didin hemû beşên ku li dijî nêzikatiya dijminê mirovahiyê li ber xwe didin.”