HDP: Em ê kesên deng dane me nedin şermkirin

HDP’ê xwest operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin, polîtîkayên ku mirinan û pevçûnan bi dawî bikin bên avêtin.

HDP’ê xwest operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin, polîtîkayên ku mirinan û pevçûnan bi dawî bikin bên avêtin. HDP’ê diyar kir ku ji hilbijartina zû re amade ye û ev peyam da: "Em ê jiyaneke di nav aştî û wekheviyê de, em ê azadî û demokrasiyê pêk bînin. Em ê kesên deng dane me nedin şermkirin."

HDP’ê encamên civîna hevserokên bajaran ya 2’ê Tebaxê ya li Enqereyê aşkera kir.  

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dibînın ku hewaya şer û pevçûna a bi giştî di nav civakê de encamên nayên xwestin û yên xeter çêdike.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku operasyonên qirkirina siyasî bên bidawîkirin û girtî bên berdan.

Her wiha hat xwestin ku lêpirsînên der barê Hevserokên Giştî, wekî û rêveberên partiyê de tên dewamkirin, zexta siyasî û fiilî tavilê bên bidawîkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember bêîtîbarkirina HDP’ê, meşrûîyeta wê di nav civakê de anîna rewşa nîqaşê, rencîdekirina îradeya wê ya gel a temsîl dike wê ji sekna xwe ya bi biryar tawîz nedin.

'DIVÊ POLÎTÎKAYÊN ÇARESERIYÊ BIKEVIN DEWRÊ'

HDP’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Em bang li xwediyê wan dikin ku wê ti carî ev operasyon negihêjin serketinê. Baweriya me ya ku wê polîtîkaya li ser can û xwîna mirovan ji bo qezenckirina hilbijartinên ji nû ve bên kirin wê bide windakirin. Divê tavilê polîtîkayên çareseriyê yên pevçûn û windahiya canan bi dawî bike bikevin dewrê.”

'EM JI HILBIJARTINÊ RE AMADE NE'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku HDP bi hemû sazî, pêkhate û rêxistinên xwe yên xwecihî re ji hilbijartina giştî re amade ye û wê lez bidin xebatên xwe yên di vî alî de.