HDP: Em ê Dengîr Firat ji bîr nekin

HDP'ê got, ''Em ê helwesta Dengîr Firat ku di nav her şertî de têdikoşî, bidomînin''.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkilî koça dawî ya parlamenterê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat peyameke sersaxiyê dan.

'JI BO MESELEYA KURD BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER BIBE TÊKOŞIYA'

Hevserokan ji bo koça dawî ya Firat xemginiya xwe diyar kirin, gotin, ''Ji bo partiya me, gelê me windahiyeke mezin e.''

Di peyama sersaxiyê de ji bo Firat hate gotin, ''Tim nasnameya xwe parast, ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştî çareser bibe têkoşiya.''

'DEV JI MEQAM Û STATÛYÊ BERDA'

Hevserokan diyar kirin dema ku desthilata AKP'ê li hêza xwe ya herî bilind bû û Firat li meqamên girîng a desthilatê jî bû li dijî şaşiyan çavê xwe negirtiye, rexne li şaşiyan kiriye, ji bo ku nebe hevkarê şaşiyan dev ji meqam, statûyan berdaye, li gelê xwe vegeriyaye û bûye parçeyek ji têkoşîna gelê xwe.

Bi berdewamî hate gotin, ''Dema ku li nav partiya me siyaset dikir jî tim resenî û cihêbûna xwe diparast, tişta ku rast dizanî li pey disekinî, di nav her şert û mercî de bû yek ji mezinê me ku zor li çareseriya aştî û demokratîk dikir. A ku em û Dengîr Firatê ezîz anîn gel hev jî, ev nasname, ev lêgerîn û nêzîktêdayina wî bû.

Ji bo me hemûyan berpirsyariyeke girîng a siyasî ye ku em vê hişmendiya Dengîr Firat bidin jiyîn. Em giringiyê bi nêzîkatiya çareseriya demokratîk û muzakereya demokratîk a Dengîr Firat didin. Em ê helwesta wî ya ku ji bo rastiyan di her şertî de têdikoşî bidomînin.

Rehma Xwedê li Dengîr Firat be, bila serê malbatê, hezkiriyên wî û gelê me sax be.''