HDP: Em ê bi xurtî li ber rêveberiya şexsekî rabin

HDP'ê diyar kir, ku ew ê bi xurtî li ber rêveberiya şexsekî rabin û bêhiqûqiyê qebûl nekin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 100. rojvegera Darbeya 4'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, AKP li şûna ku hesab ji darbekarên li nava xwe bipirse, li dijî partiya me û siyaseta demokratîk dest bi operasyonan kir û parlament radestî dadgeriya bi xwe ve girêdayî kir. Saziya Qanûndanînê yanî Meclîs nekariye xwedî li nûnerên gel û vîna demokratîk a gel derkeve. Cudahiya navbera hêzan, ji nedîtî ve hatiye dîtin."

'ENCAM WÊ DI DEMEKE NÊZ DE BAŞTIR BÊ FÊHMKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê, ku hê jî mafê wan ê destnedanê heye, bi rengekî bêhiqûqî dîl hatine girtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Tevî biryara mînak a Dadgeha Destûra Bingehîn ku dibêje 'nabe karê qanûndanînê yê wekîlan bê astengkirin' wekîlên me hê jî girtî ne. Dadgeh bi vê helwestê re hem biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakin, hem jî Peymanên Navneteweyî yên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî ji nedîtî ve tên. Heyetên dadgehan bi rengekî adîl tevnagerin, bi awayekî siyasî tevdigerin.

Dema rûniştina doza Hevserokê me Birêz Selahattîn Demîrtaş, di roja 175. û piştî referandûmê hatiye diyarkirin. Dema rûniştina doza Hevseroka me Birêz Fîgen Yuksekdag jî hê ne diyar e.

Encamên vê bêhiqûqiyê wê di demeke gelekî nêz de baştir bê fêhmkirin. Têkoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqiYê wê bidome."

'EM Ê TI CARÎ QEBÛL NEKIN'

Di dawiya daxuyaniya HDP'ê de hat gotin, "Yek ji hedefên van êrîşên li dijî partiya me, lidarxistina referandûmê bêyî HDP'ê ye. Lê belê, li dijî kesên ku dixwazin gelên Tirkiyeyê bi dehan salan mehkûmî 'rêveberiya şexsekî' bikin, mîna duh em ê îro jî bi rengekî herî xurt têbikoşin.

Em careke din dibêjin; em ê vê bêhiqûqiyê bi ti awayî qebûl nekin."