HDP: Em ê berdêlan bidin, lê em ê serî netewînin!
HDP'ê girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek weke encama 'polîtîkaya şikandinê' bi nav kir û got, "Em ê berdêlan bidin, lê em ê serî netewînin."
HDP'ê girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek weke encama 'polîtîkaya şikandinê' bi nav kir û got, "Em ê berdêlan bidin, lê em ê serî netewînin."
HDP'ê da xuyakirin, ku bi girtina Yuksek re xuya ye operasyona tasfiyeyê derbasî qonaxeke nû bûye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, girtina Yuksek a ji ber daxuyaniyên xwe, polîtîkayeke ji bo têkbirinê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya bi qeyûman hewl dide dest deyne ser şaredariyên DBP'ê, ji aliyekî ve hevşaredaran û endamên meclîsa şaredariyê digire, ji aliyê din ve jî endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û Hevserokê Giştî girtiye.
HDP'ê da zanîn, ku desthilatdariya siyasî tehemûlî partiyeke bi xurtî mûxalefetê dike, nîne û got, "Desthilatdariya ku nikare bi nêrîn û polîtîkayan, ji neçarî serî li rêbaza girtinê dide. Li erdnîgariya Kurdan, hiqûq, mafên mirovan û nêzîkatiyên demokratîk ji her alî ve ji holê hatine rakirin."
HDP'ê da xuyakirin, ku desthilatdariya siyasî wê nikaribe bi şer, hemû rêxistinbûyînên siyasî yên mûxalefetê ji qada siyasetê bibe û hat gotin, "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo pêkhatina aştiyê, têkoşîna lid ijî bêhiqûqî û êrîşan wê bidome. Ji bo azadî û demokrasî li vê xakê bi cih bibe, çi berdêl pêwîst be wê bê dayîn. Lê wê serî li ber wan neyê tewandin."