HDP: Em bi piştgiriyê birînên erdhejê bipêçin

HDP'ê ji ber erdhejê banga piştgiriyê kir û got, "Piştevanî wê êşên giran sivik bike, hestên xwişk-biratî û yekîtiyê jî xurt bike."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da peyameke nivîskî weşand.

Peyama HDP'ê wiha ye:

"Bîlançoya erdheja bi pileya 7.3 ku li eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê û eyaleta Silêmanî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê rû da giran dibe, hejmara qurbanî û ziyanê zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên ne fermî, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jî birîndar bûne. Hilweşîna ji ber erdhejê rû daye gelekî mezin e.

Ji ber bandora hilweşîner a vê erdhejê ku li eyaletên Kirmanşan û Silêmanî bû, em gelekî xemgîn in. Rehma Xwedê li mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane be, bila serê malbatên wan û gelên me sax be. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.

Rêya sivikkirina bandora hilweşîner a erdhejê, piştgiriyeke xurt û bi bandor e. Di van rojên zor û zehmet de, em bi gelên Kurdistanê û erdhejzedeyan re ne.

Em bang li gelên xwe, rêxistinên xwe û saziyên civaka sivîl dikin ku piştgiriyê bidin mirovên me yên li cihê erd lê hejiya ye. Her destê alîkariyê, her karekî piştevaniyê wê êşên giran sivik bike û hestên xwişk-biratî û yekîtiyê xurt bike."