HDP: Em 22 Adarê li Cizîrê ne; hemû gelê xwe dawet dikin

HDP û hemû hevserokên pekhateyên wê ,parlamenterên wê û endamê wê yê DRN’a, 22’yê Adarê li Cizîrê ne.

HDP û hemû hevserokên pekhateyên wê ,parlamenterên wê û endamê wê yê DRN’a, 22’yê Adarê li Cizîrê ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Reveber a Navendî  (DRN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ev hatin gotin; “Ev demên dawî li Cizîrê êşên mezin hatin jiyîn. Giştî 5 caran derketina kolanan hat qedexekirin. Ji 14’ê Kanûna 2015’an ve 95 rojan dorpêçek hat jiyîn. Li Cizîrê ji 2015’an û vir ve 269 kesên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin jiyana xwe ji dest dane. Li hember êrîşên bi tank û topan, gelê Cizîrê berxwedaneke bê hempa meşandin. Ji ber vê jî Newroza 2016’an em nikarin wek Newrozên berê pîroz bikin.”

 ‘ LI HEMBER ZILMÊ EM JIYANA NÛ AVA BIKIN’

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:

“Em dixwazin êşên gelê xwe yên li Cizîrê parve bikin. Em ê bi hemû hevserokê pekhateyên xwe, parlamenterên  xwe û endamên DRN’ya xwe ve 22’yê Adarê li Cizîre bin. 
Ji bo em gelê xwe yê Cizîrê bi hev re ziyaret bikin bang li hemû gelê xwe dikin. Em bi hev re biçin cem gelê xwe yê Cizîrê,  êşên wan parve kin û  li hember zilmê, jiyana nû ava bikin.”