HDP'ê starta bi paş ve standina şaredariyan li Mêrdînê da

HDP'ê namzetên Hevseroktiyê yên Mêrdînê dane naskrin. Buldan got ewan starta bi paş ve standina şarederiyan dane destpêkirin û got, ''Gelê Mêrdînê tişta ku dikeve ser wê dîsa bike.''

Di danasandina nemzetan de namzetên hevseroktiyê yên  Mêrdînê Ahmet Turk, Necla Altindag û navçeyên wê hazir bûn. Her wiha parlamenterên Mêrdînê yên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hazir bûn.

'TARÎTIYA TECRÎDÊ WÊ BI DAWÎ BIBE'

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di bernameya danasîna namzetên Hevşaredariyê de Parlamenterê  Êlihê Mehmet Sîncar bibîr anî, diyar kir ku ew bi hurmet û hezkirin Sîncar bi bîr tînin.

Buldan bal kişande ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 84'an de didome û got, ''Ev berxwedana birûmet teqez wê bi ser bikeve. Wê dawî li tarîtiya tecrîdê were û bi teqezî em ê bigihijin rojên ronak.''

'GEL WÊ MÊRDÎNÊ TESLÎMÎ QEYÛM NEKE'

Buldan bal kişande ser zextên rejîma AKP'ê û desteserkirina şarederiyan û got, '''Hikûmeta AKP'ê qeyûmê dagirker anî ser vir û bi vê hewl dide ku derbê li vîna gel bixe. Dixwaze ku çand û baweriyan tine bike.''

Buldan diyar kir gelê Mêrdînê ti caran vîna xwe teslîm nekiriye, wê ne ke û domand, ''Gelê Mêrdînê teslîmî qeyûmê we yê dagirker û rêya ku ew ferz dike, nebû, ji niha û pê de jî wê teslîm nebe û wê Mêrdînê teslîmî qeyûm neke.''

'TIŞTEKÎ KU AKP-MHP BIDIN GEL TINE'

Buldan bi domdarî got ev hilbijartin ji bo 'siberoja hevpar girîng in'' û domand, ''Gelê Tirkiyê ji ber zext û zordariya desethilata AKP-MHP'ê hatiye rewşeke ku nikarê hilmê bistîne. Ji hêlekê ve krîza siyasî û aborî, ji hêlekê ve ji ber polîtîkayên şer civak her roja ku diçe hejartir dibe, tê çewisandin û nema dikare bi ewle li siberoja xwe binere''. Buldan her wiha got, ''Tiştekî ku ew bidin gel tine. Hêvî tine, aştî tine, ewlehî tine, aramî tine.''

'31'Ê ADARÊ FETLONEKE DÎROKÎ YE'

Buldan her wiha got, ''Hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê fetlonekeke dîrokî ye. Heke em bikaribin li her deverê faşîzmê têk bibin wê rêya me rêya aştî û azadiyê be'' û domand, ''Li hemû deverên ku şaredariyên me lê hene, carke dî ji bo ku em van şaredariyan bistînin, me starta xebatan îro li Mêrdînê bi hev re daye.''

'GELÊ MÊRDÎNÊ TIŞTA KU BIKEVE SER MILÊ WÊ, WÊ BIKE'

Buldan wiha domand, ''Deriyê şaredariyan dîsa wê li gel werin vekirin. HDP wê were gel wê were. Qeyûm wê di bin sendoqê de bimînin.''

Buldan herî dawî bang li hilbijêrên Mêrdînê kir û got, ''Bîra Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrik, Şemrexê heye, bîra gelê Mêrdînê heye. Gelê Mêrdînê ku ti caran tişta ku lê hatî kirin ji bîr nake, wê tişta ku dikeve ser milê wê bike.''