HDP'ê serî li DDB da, çalakiya nobedê li dar xist -NÛ BÛ
Wekîlên HDP'î ji bo betalkirina guhertina qanûna înfazê ya cihêkar serî li DDB dan û dest bi nobeda edaletê kirin. Wekîlan bal kişandin ser êşkenceya giran a li Îmraliyê.
Wekîlên HDP'î ji bo betalkirina guhertina qanûna înfazê ya cihêkar serî li DDB dan û dest bi nobeda edaletê kirin. Wekîlan bal kişandin ser êşkenceya giran a li Îmraliyê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina guhertinên di qanûna înfazê de hatine kirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Bi vê armancê, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Hiqûqê û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de Koma HDP'ê ya Meclîsê û gelek parêzer li pêşiya DDB'ê li hev kom bûn.
HDP'iyan êlekên bi nivîsa "Edalet ji bo her kesî" li xwe kirin, lê ji ber dorpêçiya polîsan biryar dan ku li nava parkê daxuyaniyê bidin.
Umît Dede bi bîr xist ku ji ber guhertina di qanûnê de hatiye kirin li dijî Destûra Bingehîn e wan beriya 8 mehan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan, lê heta niha DDB'ê heta niha mijar nexistiye rojeva xwe. Umît Dede got, "Ev guhertina li dijî hiqûqê betal nekir. Girtîgehên Tirkiyeyê her tim bû navendên binpêkirina mafên mirovan."
Umît Dede diyar kir ku bi guhertina qanûnî de cihêkarî li girtîgehan hate kirin û got, "Di navbera girtiyên edlî û yên siyasî de cihêkarî hate kirin. Girtiyên di ser 65 salî re jî nehatin berdan. Lê belê serçeteyên li girtîgehan hatin berdan."
Umît Dede bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û bi bîr xist ku niha li girtîgehan li dijî binpêkirina mafên mirovan di nava şert û mercên şewbê de greva birçîbûnê hene û DDB ji jiyana van girtiyan berpirsyar e.
Umît Dede ragihand ku yek ji sedemên greva birçîbûnê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Di sala 2020'î de parêzerên Birêz Ocalan 19 caran serî li DDB'ê dan. Li girava Îmraliyê ji bo betalkirin sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku bi raporên CPT jî hatiye tespîtkirin, parêzeran 19 caran serî li DDB'ê dan, lê biryar li ser nayê dayin. Ne tenê serlêdanên salên 2019 û 2020'î, bi giştî 39 serlêdan hatine kirin, lê biryareke tenê ya DDB'ê ya betalkirinê nîne. Ji rejîma derveyî hiqûqê ya li Îmraliyê û ji belavbûna vê rejîmê li girtîgehên din DDB berpirsyar e. Em ê bi daxwaznameyên xwe ji DDB'ê bixwazin ku qanûna înfazê ya cihêkar tavilê bixe rojeva xwe û rawestîne. Ji ber bepirsyariya civakî ya li pêşberî grevên birçîbûnê em dixwazin serlêdana têkildarî Birêz Ocalan hatiye kirin, biryar li ser bê dayin û dawî li vê kiryara nehiqûqî bê anîn. Her wiha em ê ji DDB'ê bixwazin ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin."
Piştî ku parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê daxwazname pêşkêş kirin, wekîlên HDP'î bi êlekên "Destpêkê edalet" dest bi çalakiya rûniştinê ya nobedê kirin.
Piştre Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana siyasetmedarên HDP'î yên di nobedê de kirin.
Sancar diyar kir ku armanca wan edalet e û got, "Bêedaletiya herî mezin li civaka Kurd tê kirin. Her tim neheqî li nûnerên gelê Kurd tê kirin. Ev rewş di heman demê de civakê ji hev cihê dike, dirizîne û têk dibe."
Bûldan jî diyar kir ku kesên li Tirkiyeyê sûc kirin, rahiştin çekê, dest avêtin jinan û zarokan, hatin berdan û got, "Lê belê niha li girtîgehan mirovên aştîxwaz û demokrasîxwaz hene. Mirovên bi îradeya gel hatine hilbijartin, hevşaredar girtî ne. Rewşenbîr, nivîskar girtî ne."
Bûldan got, "Em li bendê ne ku her kesên li Tirkiyeyê neheqî li wan tê kirin, bi wan re bimeşin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya nobedê bi dawî bû.