HDP'ê serdana TTB'ê kir

Heyetek ji HDP'ê bi pêşengiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar di çarçoveya karên xwe yên li ser "Budçeya ji bo gel, ne ji bo qesrê" serdana Navenda Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir.

Heyetek ji HDP'ê bi pêşengiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar di çarçoveya karên xwe yên li ser "Budçeya ji bo gel, ne ji bo qesrê" serdana Navenda Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir.

Heyeta HDP'ê ya ji Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokan Garo Paylan û parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît û Necdet Îpekyuz bi Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Îhsan Oktem re hevdîtin kir.

Heyetê ji rêveberên nû yên TTB'ê re daxwaza serketinê kir û têkildarî karên ku HDP li ser budçeyê dimeşîne agahî da. Di hevdîtinê de têkoşîna li dijî şewbê jî hate nirxandin û hate destnîşankirin ku HDP bi daxwazên xebatkarên tenduristiyê re ye.