HDP’ê serdana Partiya Saadet kir

Heyeta bi pêşengiya Hevseroka Giştî yê HDP’ê Pervîn Buldan serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadet Temel Karamolaoglû kir.

Di çarçoveya pernameya nû de ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandî, serdanên partiyên siyasî dewam dike.

Detayên bernameyê wê 8'ê Sibatê bê eşkerekirin. Serdana destpêkê bi Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop re hate pêkanîn, navnîşana duwem ya serdanê weke Partiya Saadet hate hilbijartin.

Di nava heyeta bi pêşengiya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan de ji Berdevka Partiyê Ebrû Gûnay, Alîkarê Serokê Giştî Tûncer Bakirhan, Serokwekîlê Komê Sarûhan Oluç û Parlementera Mêrsînê Fatma Kurtulan pêk tê.

Heyetê li navenda giştî ya partiyê serdana Temel Karamolaoglû kir. Piştî serdana nîv saet domayî Bûldan bi nuçegihanan re axivî. 

Bûldan anî ziman ku di nava lêgerîna îtifaqên demokrasiyê de ne û got: “Li ser mijarên pêkanînên bê hiqûqî yên di warê hiqûq û demokrasiyê de, mijara krîzên aborî van hemû di çarçoveya îtifaqên demokrasiyê de axivîn. Ti îtifaqekî din nîne.”