HDP’ê serdana ÎHD’ê kir û destek jê xwest

Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê serdana Navenda Giştî ya ÎHD’ê kir, daxwaza piştevaniyê kir.

HDP di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de çû serdana Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD).

Şandeya ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose û Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê pêk dihat Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD'ê pêşwazî kir.

Cîgirê Hevserokên HDP'ê Tuncer Bakirhan di erbarê kampanya partiya xwe de agahî da û got ew li dijî her cûre neheqî û bêhiqûqiyê têdikoşin û ji bo zehmetiyên sibêrojê xwest ÎHD piştevaniyê bide xebatên wan.

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk jî axivî û got ew ji bo têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê dixebitin û li dijî binpêkirina mafan derdikevin û têdikoşin.

Turkdogan da zanîn ku HDP'ê partiya ji bo demokrasî û aştiyê têkoşînê dike ye û got: "HDP bernameyek daye pêşiya xwe û dixwaze armanca têkoşîna xwe bi xelkê û saziyan bide nasîn. Mafê HDP'ê ye xwe bi gel bide nasîn û mafê wê herî bingehîn e. Em ê jî li qadên pêşwaziyê bin. Daxwaza me ya sereke demokrasî, azadî û aştî û mafê mirovan e."