HDP’ê rewşa zarokên girtî yên li Wanê anî Meclîsê
HDP’ê rewşa zarokên girtî yên li Wanê anî Meclîsê
HDP’ê rewşa zarokên girtî yên li Wanê anî Meclîsê
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, der barê zext û pêkutiyên li hember zarokên girtî pêşniyara lêkolînê li Meclîsê kir û her wiha ji bo Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bersivê bide jî pêşniyarpirsek da.
HDP’ê têkildarî îşkenceya zarokên girtî yên li Girtîgeha Wanê pêre rû bi rû tên, kesên îşkenceyê pêk tînin bên dîtin û cezakirin lêkolîna Meclîsê xwest û pêşniyarpirsek da.
Uçer di pêşniyara lêkolîna Meclîsê de got ku 11 zarokên li Girtîgeha Sergirtî ya Wanê Tîpa M de dimînin ji roja anîne girtîgehê rastî pêkanînên derveyî mirovatiyê tên.
Uçer têkildarî her 11 zarokan got, “4 meh in tevî ku pêwîst e sewqî nexweşxaneyê jî bên kirin nayên şandin; dema vê mijarê tînin ziman jî rastî heqaretan tên.”
Uçer diyar kir ku cihê zarok lê dimînin bi rutubet e û ji ber pencereyên odeyan girtîne rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedike.
JI BO BOZDAG PÊŞNIYARPIRS
Uçer têkildarî mijarê ji bo Wezîrê Edaletê bersivê bide pêşniyarpirsek da Meclîsê.
Hin ji pirsên Uçer wiha ne:
Ji pêkanînên derveyê mirovatiyê (her cure şidet-lêdan-binpêkirina rûmetê-îşkence) yên li Girtîgeha Sergirtî Tîpa Ma Wanê hûn agahdar in?
Zarokên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene û tevî ku sewqa wan a ji bo nexweşxaneyê hene 4 meh in ku nayên şandin bi çi hincetê dikare bê aşkerakirin?
Rêveberiya Girtîgehê hêza pêkanînên derveyî hiqûq û derveyî mirovatiyê ji ku digire?