HDP'ê qurbaniyên Sînemaya Amûdê bi bîr anî
HDP'ê kesên ku beriya 60 salî li Sînemaya Amûdê hatin kuştin, bi bîr anî.
HDP'ê kesên ku beriya 60 salî li Sînemaya Amûdê hatin kuştin, bi bîr anî.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî Komkujiya Sînemaya Amûdê daxuyaniyek da ku zêdeyî 250 zarok lê hatibûn kuştin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "13'ê Mijdara 1960'î li bajarê Amûdê yê Rojava, yek ji komkujiyên zarokan ên herî tarî û qirêj ê dîroka mirovahiyê pêk hat ku birîneke mezin di hişê hevpar ê gelê Kurd de vekir. Nêzî 500 zarokên Kurd ên Rojavayî ku yekemcar di emrê xwe de çûbûn sînemayê, Li Sînemaya Şehrazad a Amûdê dema ku li fîlmê Cerîmet Nîfîs El Leyl a li ser şerê serxwebûnê yê Cezayîrê temaşe dikirin, perdeya sînemayê tê şewitandin û agirekî mezin derdikeve."
'HÎN JÎ NEHATIYE RONÎKIRIN'
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber ku deriyê derketina ji salonê ji aliyê leşkeran ve hate girtin û destûr nehate dayin ku şewat bê vemirandin, zemîn ji komkujiyeke mezin a zarokan re hate amadekirin.
Di encama şewatê de ya li Sînemaya Şehrazad a Amûdê piraniya wan ji 12 salî biçûktir zêdeyî 250 zarok şewitîn, jiyana xwe ji dest dan û trajediyeke mezin a mirovî rû da."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tevî ku 60 sal di ser komkujiyê re derbas bûne hîn nehatiye ronîkirin û hate gotin, "Hikumeta Sûriyeyê bi qedexekirina bîranîna vê trajediya mezin, polîtîkayeke giran a zext û zilmê meşand û hewl da bûyerê bide jibîrkirin."
'AMÛDÊ JIYANÊ DIPARÊZE'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Komkujiya Sînemaya Amûdê di encama polîtîkay dijminane ya li dijî zarokên Kurd û hin xemsariyên bi rêk û pêk qewimî. Polîtîkayên asîmîlekirin, bênasname hiştin û ji cih û warê xwe derxistinê ya li zarokên Kurd rewa tên dîtin, li Sînemaya Amûdê bi şewatê şênber bû. Ev komkujiya ku nîşaneya zextên li gelê Kurd tên kirin e, em îro careke din şermezar dikin û bang dikin ku berpirsyar bên darizandin.
Gelê Rojava û şêniyên Amûdê ji bo komkujiyên mîna Amûdê dubare nebin, ji bo cîhadîstên dijminê mirovahiyê û palpiştên wan komkujiyên bi heman rengî nekin têdikoşin û li dijî polîtîkayên dijminê mirovahiyê, jiyanê diparêzin."