HDP'ê pirsa 'Mûrat Araç' li hikumetê kir

Li ser Mûrat Araç ku guman heye li avahiya emniyetê hatiye kuştin, HDP'ê pirs li hikumetê kir.

Parlamentera Edeneyê ya HDP'yî Meral Daniş Beştaş, der barê Mûrat Araç ê 19 salî de ku hat îdîakirin li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê întixar kiriye, lê guman hene ku li avahiya emniyetê hatiye kuştin, pêşnûme pirsek pêşkêş kir.

Beştaş ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû xwest bersiva van pirsan bide:

"Der barê mirina bi guman a Mûrat Araç de çi delîl niha li ber destê we hene?

Li ser bedena Mûrat Araç çima şopên lêdanê hebû, çima bedena wî werimî bû? Şopên lêdanê gelo nîşan nade ku wezîfedarên emniyetê rê li ber mirina Araç vekirine? Di vê mijarê de lêpirsîn tê kirin?

Organên çapemenî û weşanê yên alîgirê hikumetê, bûyer yekser weke xwekuştinê weşandin. Gelo ev yek ji bo nixumandina sedema bûyera mirinê ye?

Dema ku bûyer li gel îdîayên zexta psîkolojîk û êşkenceya li navendên binçavkirinê were nirxandin, dibe ku bûyer ne xwekuştin be?

Dibe ku hêzên ewlekariyê piştî lêdaneke dijwar Mûrat Araç ji avahiyê avêtibin?

Mûrat Araç ji ber zexta psîkolojîk û êşkenceya giran a fîzîkî, dawî li jiyana xwe anî be jî, gelo di vir de berpirsyarî ne ya Emniyeta Antalyayê ye?

Cihên ku gumanbar li navendên binçavkirinê tên girtin çawa ne, şert û mercên wan ên fîzîkî çawa ne?

Navendên binçavkirinê bi kamerayan nayê şopandin? Hûn difikirin ku dîmenê kamerayên li navenda binçavkirinê bi raya giştî re par ve bikin?

Kesên tên binçavkirin, dema bixwazin dikarin xwe ji paceyê biavêjin?

Der barê mirina Mûrat Araç de, ti ji endamên emniyetê ketine ber lêpirsînê? Personelên emniyetê yên ku di vê mirinê de berpirsyariya wan heye, wê ji wezîfeyê bên girtin?

Encamên otopsiyê çi ye? Prosedura li gorî Protokola Mînnesotayê bi cih hatiye anîn? Eger nehatibe anîn, çima?

We di daxuyaniya xwe de îdîa kirin ku ferman ji kesên bên binçavkirin re hatiye dayin ku di dema binçavkirinê de 'bi vî rengî tevbigerin'. Gelo ev daxuyaniya we, mirina li emniyetê rewa dike? Bi daxuyaniya xwe re hûn berpirsyariya hêzên emniyetê vedişêrin?

Eger li gorî daxuyaniya we talîmateke bi vî rengî hebe û we bihîstibe, çima we tedbîrên pêwîst negirtin?

Bi daxuyaniya xwe re gelo we îlan kirin ku wê ji niha û pê ve cenaze ji navendên binçavkirinê derkevin?

Hûn çima hewl didin berpirsyariya hêzên emniyetê ya di bûyerên mirina bi guman de veşêrin?

Çima ji bo rakirina cenazeyê Mûrat Araç wesayita cenaze nehat dayin û cih ji bo vedana konê sersaxiyê nehat dayin?

Ev bûyera mirinê ku di bin berpirsyariya dewletê de bûye, çima hûn berpirsyariya vê bûyerê hilnagirin ser xwe? Ji ber negirtina tedbîrên pêwîst, gelo berpirsyariya we di vê bûyera mirinê de nîne?"