HDP’ê pêngava ‘destûra bingehîn a demokratîk’ da destpêkirin

HDP’ê dest bi xebatên destûra bingehîn a demokratîk kir. Wê bi saziyên sivîl ên civakî, komên bîr û baweriyê û rêxistinên jinan re bicive. Ji bo ku girtîgeh werin valakirin jî wê seferberiyê bide destpêkirin.

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê û Meclîsa Partiyê duh li navenda HDP’ê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî civiya. Di civînê de biryara destpêkirina ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ hate dayîn. Di civînê de li ser seferberiya rêxistinbûnê û destûra bingehîn a demokratîk hate sekinandin û Bendava li Heskîfê û kêşeyên li girtîgehan hatin nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya ajansa MA’yê bi pêşengiya Serokwekîlê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo xebatên destûra bingehîn a demokratîk komek hate avakirin. HDP’ê wê bi civakê re jî civînan li dar bixe. Wê bi saziyên sivîl ên civakî, komên bîr û baweriyê û rêxistinên jinan re bicive.

DI 13’Ê TÎRMEHÊ DE LI HESKÎFÊ

Di civînên HDP’ê de li ser qirkirina ekolojiyê hate sekinandin. Bendava Heskîfê û qirkirina daristana ODTU’yê hate rojevê û biryara têkoşînê hate dayîn. Parlementerên HDP’ê ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne wê di 13’ê Tîrmehê de daxwazên xwe li wê derê bînin ziman.

‘DIVÊ EM GIRTÎGEHAN BIDIN VALAKIRIN’

Di civînê de li ser zextên li girtîgehan û pêkanînên li dijî hiqûqê jî hate sekinandin. HDP’ê ji bo ku girtîgeh werin valakirin û pêkanînên hiqûqî werin bidawîkirin, wê piştgiriyê bide înîsîyatîfên sivîl û bi awayekî çalak tevlî nav xebatên wan bibe.

Di civînê de hate diyarkirin ku bi civînên herêman, xebatên kongreyê, komxebat û xebatên perwerdehiyê wê seferberiya rêxistinbûnê were domandin.